Şablon:GH/2024/16

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneyekî têkildarî gotarê
Wêneyekî têkildarî gotarê

Hevsengiya germahiya cîhanê yan jî hevsengiya radyasyona cîhanê, hevsengiya di navbera enerjiya ku Dinya ji Rojê werdigire û enerjiya ku Dinya vedigerîne fezayê û winda dike, hesab dike. Çavkaniyên enerjiyên piçûktir ên wekî germahiya hindurê Erdê têne hesibandin lê ev enerjî li gorî enerjiya Rojê ji bo cîhanê beşdariyeke gelek piçûk e. Hevsengiya radyasyona cîhanê di heman demê de hesab dike ka enerjî çawa di pergala avhewayê re derbas dibe. Ji bo ku Roj ji herêmên polar zêdetir tropîkên ekvatoriyê germ dike, germahiya rojê yên ku têne wergirtin bi awayekî neyeksan li ser rûyê erdê têne belavkirin. Dema ku enerjî li seranserê gerstêrkê li hevsengiyê digere, ew danûstendinên di pergala avhewayê ya Erdê de yan jî ava erdê, qeşa, atmosfer, qalika zinaran û danûstandina di navbera hemî zindiyan de, dimeşîne. Hevsengiya germahiyê yan jî hevdengiya radyasyona cîhanê bi gelek faktoran ve girêdayî ye ku di nav wan de faktorên wekî aerosolên atmosferê, gazên serayê, albedoya rûyê gerstêrkê (refleksîtî), ewr, nebat, şêwazên karanîna axê û hwd, hene. (zêdetir...)