Şablon:GH/2024/34

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nexşeya pêşniyarkirî ya koçên mirovên kevn
Nexşeya pêşniyarkirî ya koçên mirovên kevn

Pêşdîrok heyama dîroka mirovahiyê ye ku bi derketina amûrên kevirî yên yekem nêzîkî 3,3 milyon sal berê dest pê dike û bi îcada sîstemên nivîsînê re bi dawî dibe. Bikaranîna sembol, nîşan û wêneyan di nav mirovan de pir zû xuya kiriye, lê sîstemên nivîsînê yên herî kevn tenê 5000 sal berê derketiye holê û bi hezaran sal derbas bûn ku bi berfirehî werin pejirandin. Sîstemên nivîsînê di hin kulturên mirovan de heta sedsala nozdehan û di hin kulturên din de heta van salên dawî nehatine pejirandin. Ji ber vê yekê li gorî roja îcadkirina nivîsînê dawiya vê serdemê di herêmekê de ji ya herêmeke din dibe cuda be. Wek nimûne bi gelemperî tê qebûlkirin ku pêşdîrok li Misirê di dora 3100 b.z. de bi dawî bûye, lê dawiya serdema pêşdîrokê de li dor sala 1900an p.z. de, li Gîneya Nû gelek nû derketiye holê. (zêdetir...)