Şablon:GH/2024/9

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Tofan, tofana mezin yan jî bi forma ku herî zêde hatiye binavkirin tofana Nûh, mîtolojiya tofaneke ku li gorî pirtûkên pîroz û li gorî efsaneyên cihêreng lehî û tofaneke mezin e ku li Mezopotamyayê yan jî li herêmeke berfireha li herêmê pêk hatiye. Mîtolojiya tofana Nûh bi gelemperî wekî kiryareke tolhildana Xwedayek hatiye binavkirin. Li gorî mîtolojiyan tofan ji ber xerabiya li ser rûyê erdê ku ji aliyê mirovan derketiye holê ji aliyê xwedayek ve hatiye şandin ku şaristaniyê hilweşîne. Her çend hurgiliyên tofanê di çandên cihêreng de cuda bin jî forma herî naskirî wekî Tofana Nûh hatiye binavkirin. Li gel mîtolojiyan tofan wekê tofana Nûh di gelek baweriyên îbrahîmî yên wek cihûtî, xirîstiyanî û îslamî de jî hatiye vegotin ku ji aliyê baweriyên îbrahîmî ve tofan wekê karesateke mezin hatiye pênasekirin. (zêdetir...)