Here naverokê

Şablon:GH/2025/44

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêne
Wêne

Firat yan jî Çemê Firatê li gel Çemê Dîcleyê û Çemê Miradê yek ji çemên herî mezinê Bakurê Kurdistanê ye ku di heman demê de çema herî dirêj a Asyaya Rojava ye. Çemê Firatê bi Dîcleyê re yek ji du çemên diyarkarên axa Mezopotamyayê ne ku erdê di navbera her du çeman de wekî axa Mezopotamyayê hatiye pejirandin. Çemê Firatê ku ji Bakurê Kurdistanê derdikeve û di nav axa Rojavayê Kurdistanê, Suriyê û Iraqê re diherike li Iraqê bi Çemê Dîcleyê re dibe yek û diherike Kendava Farsê. Du pêkhateyên Çemê Firatê hene ku ev pêkhate Çemê Avareş a Xinûsê ye ku ji çiyayên Xinûsê dertê û Çemê Miradê ye ku ji çiyayên bakurê Gola Wanê dertê. Her du çem li nêzîkî navçe ya Keban a bi ser parêzgeha Xarpêtê dibin yek û çemê Firatê derdikeve holê. (zêdetir...)