Here naverokê

Şoreşa Barzanî 1943

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şoreşa 1943yan hat beralîkirin)
 Gotara bingehîn: Dîroka Başûrê Kurdistanê

Şoreşa 1943yan piştî ku Mela Mistefa Barzanî ji Silêmanî vedigere destpê dike û li sala 1945ê bidawî dibe

Rewşa giştî ya Başûrê Kurdistanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Dîroka Başûrê Kurdistanê

Reva Mela Mistefa bo Barzan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nêzî deh salan li Başûrê Kurdistanê bêdengiyek dikeve. Di wan navberan de li Başurê Kurdistanê guherînên sîyasî çêdibin û tevgerên modern ava dibin. Li sala 1939ê de Hîwa (rêxistin) hate ava kirin. Têkiliyên vê partiyê li gel Mela Mistefa hebûn. Endamên Hîwayê leşkerên pîlebilind bûn ku di artêşa Iraqê de dixebitin. Di wexteke wiha de li sala 1943yê Mela Mistefa Barzanî rûxseta xwe ji Şêx Ehmed Barzanî dixwaze û ji Silêmanî direve û diçe Şinoyê li cem ewrebayên xwe.Paşî vedigere herêma Barzan. Li Barzan dest bi çalakîyan dike, gelek noqteyên dewleta Iraqê distîne. Alîgirên wî her roja diçe zêde dibin. Hemû Başûrê Kurdistanê dikeve bin tesîra Mela Mistefa. Ji ber vê dewleta Iraqê ditirse ku hemî kurd li dijî wan dest bi serhildanê bikin.

Çalakîyên Mela Mistefa hêdî hêdî feydeyên xwe dide kurdan. Li dawîya sala 1943yê hikûmeta Nurî Seîd tê ava kirin. Sê kurd di kabîneya wî de dibin wezîr. Wezîrê dadê Ehmed Muxtar, wezîrê karên navxweyî Omer Nazmî û Mecîd Mistefa. Mecît Mistefa tenê ji bo kar û emelên kurdan mesûl bû. Ev pêngav ji bo kurdan baş bû ku dewletê yekem car bi awayeke fermî kurd wek hevparê dewletê qebûl kirin. Kurd ji ber vê pêngavê gelek memnûn bûn. Her wisa danûstandin hatin kirin û di encamê de hikûmeta Iraqê daxwazên miletê kurd qebûl kirin.

Di dawiya sala 1943yê de di navbera heyetên hikûmeta Iraqê û hêzên Barzanî de danûstandin tên kirin. Şertên heyeta Barzanî ev bûn [1];

  • Ji bo bajarên kurd; Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî, Xaneqîn û Duhokê divê statûyeke taybet bê çêkirin
  • Ji bo kabîneya hikûmeta Iraqê ji bo karên herêma kurdan, divê kurdek bixebite
  • Ji bo her wezîrekî divê cîgirekê kurd bê tayînkirin
  • Zimanê kurdî divê bibe fermî
  • Reformên aborî divê li Kurdistanê bên destpêkirin

Lê di encama danûstanin herdu alî li ser hindek xalan lihev hatin [1];

  • Axa ji aliyê serhildêran hatiye bidestxistin ji bo serhildêran e
  • Ji ber pêvçûnên li Bakurê Iraqê kesên hatine girtin hemû dê werin berdan
  • Serhildêran çek û sîlehên bidestxistî dê bihêlin di destê xwe de
  • Li Kurdistanê ji bo parvekirina berhemên senayî û xwarinê divê biedaletî werin parve kirin
  • Rêvebirina herêma kurdan, dikeve destê kurdan
  • Li aliyê perwerdehiyê û çandê, herêma kurdan mafên otonom bidest dixe

Li sala 1944ê de dema serokwezîr Nurî Seîd diçe Filistînê bêyî civata wezîran kom dibe û hindek biryaran ecêb dide. Bi dûçûna wan biryaran; divêt Mela Mistefa ji welat derkeve, li herêma Barzan li herderê noqteyên leşkerî werin danîn hwd [2]. Ji ber van pirsgirêkan serokwezîr Nurî Seîd li 3yê xizîrana 1944ê îstîfaya xwe da. Li ser van bûyeran Mela Mistefa û endamên rêxistina Hîwa hevdîtin kirin. Di encamê de biryar hat girtin ku dîplomatekî bişînin Rojavayê Kurdistanê ji bo danûstandinên li gel Xoybûn û dîplomatê din jî bişînin Rojhilatê Kurdistanê ku danûstandinan li gel Komeley Jiyanewey Kurdistan bike û hemahengiyekê di nav rêxistinên kurdan de ava bikin [3]

Di reşemeha 1945ê de Barzanî danûstandinan dewam dike. Li gel hinek efserêm kurd rêxistina Meclîsa Azadiyê (rêxistin) ava dike.

Hikûmeta Iraqê kete bin destê Elbacacî (Bacacî) û di encamê de ev peymana kurd û hikûmeta Iraqê red kir. Paşî 8ê gelawêja 1945ê hikûmeta Iraqê biryar da ku şer li dijî hêzên Barzanî destpê bike. 11ê çiriya pêşîn a 1945ê hêzên Barzanî ber bi sinorên Îranê ve çûn.

Di dawîyê de hêzên Barzanî ji Iraqê çûn ber bi Iranê ve. Li wê derê jî di damezrandina Komara Kurdistanê de roleke mezin lîstin. Piştî têkçûna hereketa Mela Mistefa, Hîwa belav bû. Piştî vê belavbûnê li sala 1945ê de Partiya Komûnîsta Kurd an ku Şoreş hate ava kirin. Ev partî jî dibe bingeha Rizgariya Kurd(rêxistin)

Li 14ê tîrmeha 1958ê şoreş li Iraqê peyda bû. Desthilata kralîyetê xelas û komara parlamaneterî destpê kir.

Encamên serhildanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Kesên tevlî şoreşê bûne, cezayên mezin wergirtin ji aliyê dadweriya Iraqê
  • Mela Mistefa Barzani, Şêx Ehmed Barzanî jî di nav de 35 rêberên serhildanê cezaya îdamê wergirtin
  • Hemû rêxistinên fermî yên kurdan hatin girtin

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ a b Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:250
  2. ^ Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:452
  3. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:186