Şino

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Şino
اشنویه Oshnavieh
Şino (Îran)
Şino
Nexşeya cihan Îran
Kargêrî
Welat Rojhilatê Kurdistanê
Dûgel  Îran
Parêzgeh Azerbaycana Rojava
Şaristan Şino
Bexş Navend
Demografî
Gelhe 32.605 (2012)
Erdnîgarî
Bilindayî 1.445 m
Koordînat 37° 2′ 26″ Bakur
      
45° 5′ 53″ Rojhilat
 / 37.04056°Bk 45.09806°Rh / 37.04056; 45.09806

Şino (bi farsîاشنویه Oshnavieh), yek ji bajarên eyaleta Azerbaycana Rojava li Îranê ye.

Piraniya xelkê Şino ku pêtir ji 50.000 e kurd in.

Dewleta Îranê tu gelaleyeka awedan kirin li Şino nemeşandiye u lewma ew bajêr yek ji bajêrên hejartirînê Îranê ye.

Bajarê Şino temamî kurdin û li 'eşîra Zerzane. Çoqek wê 'eşîrê jî li Şemzîna (Şemsdîna) dijîn. Hakimêt wi bajari li çendsed sala tewaw li 'eşîra Zerza bûne.

Dîrok[biguherîne]

Li sala 1781-ê zayînî hekîmê Şino Ce'fer Sultanê zerza bû ye.

Li sala 1784-ê Hekîmê Şino Efrasîyab Siltanê Zerza bû yê. Li wi dewri, Malbata şayêt Zend paşi Kerîm Xanê Zend weku berê bi qawet neman û 12 sala da 6 şa yek û du li textê şahetiyê êxistin. Dewrê Cefer Qolîxan, Seîd Murad Xan û Lotfelî Xanê Zend, ku li paytextê xwe Şirazê bûn, Axa Mihemed Xanê Qacar li Esterabadê, Nadir Mirzayê Efşar li Xurasanê û Mihemed Qolîxanê Efşar li Azerbaycanê, her yêk li aliyê xweda, hêzek berhev kirin û dawa li ser bixwe bûn û şahetiyê kirin. Li wi dewri Efrasîyab Siltanê Zerza serokê mifetişêt Mihemed Qolîxanê Efşar bû ku kodnavê Enîs-ol-hozere hebû.

Efşara sala 1799-ê bi serokatiya Qasim Xan û Esker Xanêt Efşar, alîgirêt Qacara û ne yêt Mihemed Qolîxanê Efşar, hêriş înane li ser Şino û li wi şerida 2000 'ecemêt Efşar yêt hatiye kuştin. Li duwahî da ew 'ecemêt Efşarêt dojminêt Efrasîyab Siltanê Zerza li duwahiya sedsalêt 18-a ew jehirdayî kirin û bi jehrê kuştin.

Li sala 1801-ê Qasim Sultan serokê Zerza hekîmê Şino bû ye. Li wê salê hekîmê Urmiyê, Hisên Qolîxan 'ecemê Efşar, ji bo şerê li gel ’eşîra Bilbasa harîkarî li ’eşîrêt Şikeftî (Şikak berê bi wi navi navdar bûn), Zerza û Şemzîna (Begzadêt Tergewer û Mergewer berê bi wi navi navdar bûn) dixwazît . Ew her sê ’eşîre li gel Hisên Qolîxani ji bo şer li gel Bilbasa diçine Lacan û çîyayê Qendîlê. Paş şikest dana Bilbasa, Qasim Sultanê Zerza wan mêyani Şino yê diket û paşî heta gewriya Şino û Deştebêlê li gel mêwanêt xwe dihêt. Li gewriyê digehine cimatek mezin û Hisên Qolîxan li Qasim Soltani dipirsît, ku: ewe çi cimate ? Qasim Siltan jî dibêjîtê: ewe cimata kuştîyêt Efşara ye, ku li şerê gel Zarza yêt hatiye kuştin . Ew bersîva Qasim Siltani li Hisên Qolîxani nexwêş hat û ferman da ku Qasim Siltani li darê girêden û paş qewît lê kirina wi sê hezar firqe jî bo ciza lê sitandin!

Li sala 1839-ê zayînî hekîmê Şino Semed Xanê Zerza bû yê û paşi wi kurê wi 'Ebduletîf Xan bû Hekîmê Şino.

Li dewrê şoreşa Şêx Ubeydulayê Nehrî, 'Ebdula Xan û birayê wi Birahîm Xanê zerza hekîmê Şino bûn.

Li şerê Cîhanê yê yêkê Silêyman Begê zerza hekîmê Şino bû ye.


37°02′26″Bk 45°05′53″Rh / 37.04056°Bk 45.09806°Rh / 37.04056; 45.09806