Xoybûn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Xoybûn (li gorî hin çavkaniyan wateya wî Xwebûn e) rêxistineke siyasî ya kurdan bû. Ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û çend hevalên wî ve hatiye damezirandin.

Dîrok[biguherîne]

Piştî ku komara Tirkan serhildana Şêx Seîd bi hovîtî têk birin, serokên xîretkêş ên Kurdan, sala 1926'ê dest bi xebatê kirin û li Parîsê civiyan û ji bo azadiya Kurdistanê biryara kongreyekê dan. Sala 1927'an de li ser axa Kurdistanê ya di di destê Tirkan de kongreyek hat sazkirin ku mehek û nîvan berdewam dikir. Di kongreyê de ev biryar hatin dan:

  1. Ji bo sazkirina rêxistineke neteweyî divê hemû rêxistinên din bên betalkirin.
  2. Heya ku leşkerê Tirkan yê dawî ji axa Kurdistanê bên derêxistin, divê têkoşîn bidome.
  3. Beriya destpêka şerî, ev tedbîrên jêrîn bihên liberçavgirtin:
    1. Serdarekê giştî ji hêza neteweyî ya Kurd ra bê diyarkirin.
    2. Navendek ji bo şoreşê û eniya neteweyî bê diyarkirin.
  4. Divê peywendî û têkiliyên hezkirin û dostaniyê bi hikûmet û gelê Îranê ra bên sazkirin.
  5. Têkilî û dostanî bi hikûmeta Sûrî û Îraqê ra bên çêkirin û li beranberî wan têkoşîn nehên kirin. Ji wan, pêkanîna mafên Kurdan ên ku peymana dewletên cîhanê pejirandine bên xwestin.

Piştre, di bin serokatiya Îhsan Nûrî Paşa de, eniya neteweyî ya Kurdî bi navê 'Xoybûn'ê hat damezrandin. Îdareyeka sivîl jî di bin serokatiya Îbrahîm Paşa de hat sazkirin. Li 27.10.1927´ê serxwebûna Kurdistanê hat eşkerekirin û alaya Kurdistanê li serê çiyayê Agirî hat çikandin.

Binêre[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]