Here naverokê

3 Body Problem (rêzefîlm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
3 Body Problem
3 Body Problem Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya 3 Body Problem
Welat
ZimanInglîzî û Çîniya standard Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çêker
  • David Benioff
  • D. B. Weiss
  • Alexander Woo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Senaryonivîs
  • David Benioff
  • D. B. Weiss
  • Alexander Woo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Awazçêker
  • Ramin Djawadi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Şîrketa hilberîner
  • Plan B Entertainment
  • T-Street Productions Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Lîstikvan
  • Jess Hong (Jin Cheng)
  • Liam Cunningham (Thomas Wade)
  • Eiza González (Auggie Salazar)
  • Jovan Adepo (Saul Durand)
  • Jonathan Pryce (Mike Evans)
  • Benedict Wong (Clarence Shi)
  • Alex Sharp (Will Downing)
  • Rosalind Chao (Ye Wenjie)
  • John Bradley-West (Jack Rooney)
  • Marlo Kelly (Tatiana Haas)
  • Sea Shimooka (Sophon)
  • Zine Tseng (Ye Wenjie)
  • Saamer Usmani (Raj Varma)
  • Ben Schnetzer (Mike Evans)
  • Mark Gatiss (Isaac Newton)
  • Reece Shearsmith (Alan Turing)
  • Conleth Hill (Gregory XIII)
  • Naoko Mori (Marie Curie)
  • Kevin Eldon (Thomas More)
  • Jason Forbes (Omer Xeyam)
  • Tom Wu (King Wen of Zhou)
  • Vedette Lim (Vera Ye) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara beşanLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hejmara sezonanLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • 21 adar 2024 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ŞêweTelevision series based on a novel û rêzefîlma televîzyonê ya honaka zanistî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê çîrokê
Malper
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

3 Body Problem rêzefîlmeke televizyonê ya honaka zanistî ya amerîkî ye ku ji aliyê David Benioff, D. B. Weiss û Alexander Woo ve hatiye amadekirin.

Bingeha rêzefîlmê romana Çînî ya bi navê Remembrance of Earth's Past (Bîranîna Paşeroja Cîhanê) e ku ji aliyê romannivîs Liu Cixin ve hatiye nivîsandin. Rêzefîlma ku ji hêla Netflixê ve hatiye hilberandin ku di 21ê adara 2024an de bi heşt beşan li Netflixê hatiye weşandin nirxandinên erênî werdigire.[1] Di gulana 2024an de sezona duyem li rêzefîlmê hatiye zêdekirin.[2]

Çîroka rêzefîlmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dema Şoreşa Çandî ya Çînê de (1966-1976), astrofizîknas Ye Wenjie bi kuştina hovane ya bavê xwe re rû bi rû dimîne û ji ber profîla wê ya zanistî ji bo bingehek radarê ya dûr û veşartî tê sirgûn kirin. Rojekê peyamek dişîne fezayê û çend sal şûnda, ew bersivek nepayî ji fezayiyên bi navê Trîsolarî (Trisolarian) distîne. Ye Wenjie gazî şaristaniya biyanî ya Trisolarian dike, da ku serdana erdê bikin. Bi milyarderê amerîkî û çalakvanê hawirdorê Mike Evans re, ew rêxistinek veşartî saz dike. Bi alîkariya vê rêxistina veşartî, tê xwestin ku Trîsolarî hatina xwe amade bikin, ya ku wê di nava sed salan de pêk were. Mirovahî bi vê yekê bi xetereya xwe ya herî mezin re rû bi rû ye, lê di heman demê de sedsalên wê jî hene ku xwe amade bike, da ku pêşî li dagirkeriyek nêzîk bigire. Desthilatdar, zanyar û leşker li çaraliyê cîhanê dest bi xebatê dikin da ku nûbûn û stratejiyê bikar bînin û şaristaniya mirovî ji encamên hatina Trisolarians biparêzin. Bi vî rengî sê kes têne hilbijartin, yên ku wê mirovahiyê xilas bikin.

Karaktera kurd Leyla Ariç[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di rêzefîlmê de sê kes ji bo rizgarkirina mirovahiyê têne destnîşankirin ku di nav wan de dîroknasek şer a çînî, rewşenbîrek amerîkî û şervanek jin a kurd hene. Bi vî rengî şervana kurd Leyla Ariç ku di dema şerê li dijî DAIŞê li Reqayê de derketiye pêş di rêzefîlmê de mirovatiyê ji dagirkeriya fezayiyan rizgar dike. Di beşa ku Leyla Ariç ji aliyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê naskirin Leyla Ariç bi cil û bergên kurdî derdikeve hemberî beşdaran. Dema ku Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wê dide naskirin wiha dibêje:

“Leyla Ariç li Reqayê li dijî DAIŞê şer kiriye. Ew di şerkirin û serkeftina şerên asîmetrîk de xwedî ezmûneke bêhempa ye."

Ev karektera ku rola sereke ya jinên kurd li dijî DAIŞê radixe ber çavan ji aliyê hinek neteweperestên navdar ên tirk ve di televîzyonên tirkî de û li ser medyayên civakî rêzefîlm û Netflix hedef hatiye girtin.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Maas, Jennifer (17 hezîran 2023). "Netflix's '3 Body Problem,' From 'Game of Thrones' Creators, Gets Epic Trailer and Release Date". Variety (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 24 gulan 2024.
  2. ^ ""3 Body Problem": Netflix bestellt 2. Staffel der Sci-Fi-Serie". Filmfutter (bi almanî). 16 gulan 2024. Roja gihiştinê 24 gulan 2024.
  3. ^ medya, eylul (12 nîsan 2024). "Kurdish Netflix character Leyla Ariç saves humankind and angers Turkish nationalists". Medya News (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 24 gulan 2024.