Abdülkadir Aygan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Abdülkadir Aygan, (jdb. adara 1958, Uzunhidir, Pîrsûs, Riha, bakurê Kurdistanê) endamê berê yê JİTEMê, îtîrafkarê PKKê ye. Li Swêd wekî penaber dijî. Bi îtirafên wî gorên gelek qurbaniyan hatin dîtin.

Sala 1975ê tevlî nava refên PKKê dibe. Nêzîkî 10 salan bi PKKê re dixebite. Ji PKKê vediqete, teslîmê hêzên Tirkiyeyê dibe. Demekê di gitîgehê de, di nava îtîraflkaran de dimîne. Dewlet wî perwerde dike û li dijî PKKê dide xebitandin.

Giregirê JİTEMê Cem Ersever bi wî re têkilî datîne û wî digire JITEMê. Bi nasnameya sexte ya bi navê Aziz Turan ji 1990 heya 2000î deh salan kar dike. Tevlî gelek operasyon, kujerî û êşkenceyan dibe.

Ji kiryarên xwe poşman dibe, ji Tirkiyeyê direve. Swêd mafê penaberiyê dide wî û malbata wî. Derbareyê JİTEMê de gelek agahiyan dide. Bi îtirafên wî kujtina Cem Ersever, Musa Anter, Gaffar Okkan tê rohnîkirin.

Marî bûye (zewiciye) û pênc zarokên wî hene.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]