Musa Anter

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mûsa Anter
Jidayikbûn1920
Nisêbîn, Mêrdîn
Mirin20ê îlona 1992an
Amed
PîşeNivîskar û rojnamevan
Zimanê nivîsinêTirkî û kurdî
HevwelatîTirkiye (Bakurê Kurdistanê)
Berhemên navdar
biguhêreBelge

Mûsa Anter (jdb. 1920 li Nisêbînê − m. 20ê îlona 1992an li Amedê) nivîskar û rojnamevanekî kurd bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Anter di sala 1920an de li gundê Zivingê ya bi ser Stilîlê ya ser bi navçeya Mêrdîn Nisêbînê ve hate dinê. Wî, hîn di temenekî piçûk de, bavê xwe winda kir û li ber destên dayika xwe Fesla Anter mezin bû ya ku di salên 1930-1940an de muxtara gund û muxtara pêşîn a jin a Bakurê Kurdistanê bû. Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û lîseyê li Adenê qedandibû.

Piştî xwendina lîsê ji bo felsefeyê bixwîne diçe Stembolê û di zanîngehê de, gelek xwendevanên kurd naskirin. Musa Anter, li ser daxwaza Fayiq Bucak dev ji felsefeyê diqere û qeyda xwe li beşê Huqûqê çêdike. Di wê demê de xwendevan û rewşenbîrên kurd ji bo pirsgirêka neteweyî dikevin nava tevgerê. Her wiha Apê Mûsa ji bo ku xortên kurd li dora xwe kom bike û him ji aliyê madî ve, him ji aliyê manewî û siyasî ve xwedî li xwendevanên kurd derbikevin yûrda Dicle vekirin.

Piştî salek jî bi tevî hin hevalên xwe komeleya Hêvî 1942(kovar) ava kir, bi pêşniyaza van kesan komeleya şagirtan tê damezrandin.

Di sala 1944an de bi keça Ebdurehîm Rehmiyê Hekarî re dizewice û ji wan re 2 kurên bi navê Anter û Dîcle û keçek bi navê Rewşen çêdibin.

Musa Enter di sala 1948an de yûrda Firatê vedike û dest bi deranîna rojnameya çavkaniya Dicle dike. Piştî çend salên dirêj li Amedê bi navê "Ilerî Yurd" yanî welatê pêşketî dest bi deranîna rojnameyekê din dike û ew ji ber nivîsên xwe jî ji bo demekê tê gitin.

Di sala 1959an de ji ber doza 49an careke din tê girtin û tevlî 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de dimîne. Mûsa Anter kitêba xwe ya bi navê "Birîna Reş" di zindanê de dinivîsîne. Her wiha ferhenga kurdî ya bi 6 hezar peyvan pêkhatî, amade dike.

Di destpêka salên 60î de, di nava Partiya Çep ên Tirk de, bi awayekî fermî dikeve nava siyasetê. Di sala 1971an de careke din tê girtin û piştî ji girtîgehê derdikeve, di 1976an de vedgere gundê xwe, heta 1989an li gund dijî.

Piştî 89an vedigere Stembolê, di gelek kovar û rojnameyan de, ji nû ve dest bi nivîsandinê dike û di heman demê de di nava Partiya HEPê de ji nû ve dikeve nava siyasetê. Musa Anter, piştî sala 1971an careke din vedigere Kurdistanê û li Amedê ji hêla hêzên dewletê ve tê girtin û bi 4 salan cezayê girtîgehê tê tewembarkirin. Ronakbîrê Kurd Mûsa Anter di sala 1976an de piştî serbestberdana ji zîndanê vedigere gundê Zivingê û jiyana xwe li wir berdewamdike. Di sala 1989an de careke din berê xwe dide bajarê Stembolê û di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û serpêhatiyên wî têne weşandin. Her wiha Apê Mûsa ku di gelek rojname û kovarên mîna Welat, Ülke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de nivîsên wî têne weşandin, ji hêla xwendevanan ve bi balkêşî dihatin xwendin.

Kuştina wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Roja 20ê îlona sala 1992an li kolanên Amedê ew bû hedefa dijminên çapemenî û ramana azad û jiyana xwe ji dest da û tevlî kerwanê şehîdên çapemeniyê dibe. Musa Anter li ser berga kitêba xwe ya "Hatiralarim" de wiha dibêje:

"Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yê 55 sala me. Gelo ez tenê şahid im? Na! Ez her wiha mehkûm, bersuç û dozdarê Tirkiyê me."

Xelatên Rojnamegeriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Tirkiyê ji 1993an şûnda Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê tên dayîn. Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê cara ewil sala 1993an de ji aliyê Ozgur Gundem, piştre 1994an de Ozgur Ulke, 1995an de Yenî Polîtîka, 1996an de Demokrasî, 1997 û 1998an de Ulkede Gundem, 2000an de Yenî Gundem û sala 2001an de jî ji aliyê Yedîncî Gundemê ve hatibû dayîn.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wikiquote-Logoq:
Wikiquote-Logo
Di Wîkîgotin da gotarek li ser Musa Anter heye.