Here naverokê

Abdullah Kiran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Abdullah Kiran
Jidayikbûn1965
Duderya (gundeke Pasûrê)
BernavFelat Dilgeş, Alan Merwanî
Zimanê nivîsinêKurmancî û tirkî
NeteweKurd
Berhemên navdar
  • Ferhenga Zanistên Civakî (Ferheng, 2017)
  • Rojnameya Kurdî ya Pêşîn Kurdistan
biguhêreBelge

Abdullah Kiran di sala 1965an de li Diyarbekirê (li gundê Duderya yê bajarokê Pasûrê) hat dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Farqînê (1973-81), lîse (1981-84) li Licê xwend. Di sala 1986an de dest bi xwendina zanîngehê kir, li Zanîngeha Stembolê beşa felsefe, zimannasî û têkiliyên navneteweyî xwend û di sala 2000î de, bi teza xwe ya bi navê "Li Rojhilata Navîn Av" doktoraya xwe temam kir. Di salên 2004-2005an de li Unîversîteya Beykentê, di salên 2006-2009an de li Unîversîteya Amerîkî ya Kîprosê, di havîna 2013an de li Unîversîteya Bîlgiyê ders dane. Havîna 2011an, li Amerîka, li Unîversîteya Georgetownê wek akademîsyenê mêvan lêkolîn kiriye.

Bi nasnavên wek Felat Dilgeş, Alan Merwanî û hin nasnavên din, bi kurdî kitêb, gotar û wergerên wî çap bûne; di gelek kovar û rojnameyên cihê de nivîsên wî derketine.[çavkanî hewce ye] Di sala 2002an de, di derxistina kovara edebî Gulistanê de roleke bingehî leyîstiye û wek gerînendeyê giştî yê kovarê xebitiye.[çavkanî hewce ye] Ji sala 2010an vir ve, li Unîversîteya Alpraslanê ya Mûşê, di beşên kurdî û siyasetnasiyê de dersê dide û serokê beşa têkiliyên navneteweyî ye. Ew bi zimanên kurdî, tirkî, farisî, îngilîzî; piçekê erebî û grekî dizane.

  • Kula Dêrsimê, 1992, Şano.
  • Rojnameya Kurdî ya Pêşîn Kurdistan, ISBN 978-605-9413-13-8, 1998, Lêkolîn.
  • Dilşa, Weşanên Nûbihar, ISBN 6055053260, Weşanên Nûbihar, Çapa Yekem, Stembol, 2014, Çîrok.
  • Bi xatirê te zimano, ISBN 978-605-5053-25-3, 2014.
  • Ferhenga Zanistên Civakî, Weşanên Nûbihar, ISBN 978-605-5053-20-8, Çapa Yekem, 2017.
  • Ortadoğu'da Su: Bir Çatışma ya da Uzlaşma Alanı (Li Rojhilata Navîn Av: Meydana Herbê an Lihevhatinê), ISBN 975-6051-04-3, Stenbol, 2005.
  • Arap Baharı: Ortadoğu'da Demokrasi Arayışı ve Türkiye Modeli (Bihara Erebî: Hewlên Demokrasiyê Li Rojhilata Navîn û Modela Tirkiyeyê - edîtor: Dr. Murat Aktaş, tevî nivîskarên din xebateke hevpar), ISBN 978-605-133-326-7, 2012.
  • Başkanlık Sistemi: Karşılaştırmalı Bir İnceleme ve Türkiye İçin Değerlendirmeler (Sîstema Serokatiyê: Tetqîqeke Muqayeseyî û Nirxandinên Ji bo Tirkiyeyê - edîtor: Murat Aktaş, Bayram Coşkun, xebateke hevpar), ISBN 978-605-133-664-0, 2013.
  • Yeni Bir Ortadoğu ve Kürtler (Rojhilateke Navîn yê Nû û Kurd), ISBN 978-9944-221-17-7, 2016.
  • Dozger, Weşanên Nûbiharê, ISBN 978-605-9413-55-8, 2019.
  • Ortadoğu'da Kürtler ve Türkler (Kurd û Tirk Li Rojhilata Navîn), ISBN 978-9944-221-29-0, 2019.
  • Tarihin Efendileri: Krallar, Sultanlar, Filozoflar (Serwerên Dîrokê: Şah, Siltan, Fîlozof), ISBN 978-9944-221-33-7, 2020.