Adel Bakawan
Xuyakirin
Adel Bakawan | |
---|---|
Jidayikbûn | sala 1971an |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Fransa |
Perwerde | Zanîngeha Évry-Val-d'Essonne |
Pîşe | Civaknas, Pispor |
Salên çalak | Niha |
Xebatên navdar | L'Irak, un siècle de faillite: De 1921 à nos jours |
biguhêre |
Adel Bakawan, (jdb. sala 1971an li Herêma Kurdistanê) civaknasekî kurd li Fransa ye ku pisporê Iraqê ye.[1] Ew bi zimanên kurdî, fransî, erebî, inglîzî, tirkî û farisî dizanê.[2] Malbata wî di salên 1980an de ji ber nakokiyên Iraq û Kurdistan koçeriya Ewropa kirin û li Fransayê bi cih bûnê.
Jînengarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 2010an de, Bakawan teza xwe di bin çavdêriya Olivier Roy de li ser tevgera îslamî li Kurdistana Iraqê parast.[3][2] Ew li Dibistana EHESS[4], û li Zanîngeha Évry-Val-d'Essonne mamosteyê sosyolojiyê çend sala çalak bû.[5]
Paşê ew rêveberê Navenda Civaknasiya Iraqî (CSI) li Zanîngeha Soran û lêkolînerê hevkar li Enstîtuya Fransî ya Têkiliyên Navdewletî (IFRI) bû.[6]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Adel BAKAWAN". www.ifri.org (bi almanî). Ji orîjînalê di 20 adar 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 adar 2023.
- ^ a b "Adel Bakawan : EuroMeSCo – Euro-Mediterranean Research, Dialogue, Advocacy". www.euromesco.net. Roja gihiştinê 20 adar 2023.
- ^ Drevet, Benoit. "Adel Bakawan: "It is unlikely that we can still talk about democracy in Iraq "". cfri-irak.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 adar 2023.
- ^ Hennion 2008.
- ^ "Adel Bakawan". Middle East Eye (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 adar 2023.
- ^ Chagnollaud, Jean-Paul. "Jean-Paul Chagnollaud and Adel Bakawan "State and diversity management in Iraq"". cfri-irak.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 adar 2023.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |