Ahmed Arîf

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Ahmed Arîf (* 21'ê avrêlê Nîsan 1927ê li Amedê; † 2'ê pûşperê Hezîran 1991'ê li Enqereyê) helbestvanekê bi esilê xwe kurd e ko bi zimanê tirkî dinivîsî.

Jînenîgar[biguherîne]

Navê wî yê rast Ahmed Önal e. Di 21ê Nîsanê da li Amedê hatiye dinê. Navê bavê wî Arîf Hikmet, navê diya wî Sarê ye.

Zaroktiya wî li Amedê û Sêwrekê derbaz bû. Li Sêwrekê dibistana seretayî qedand. Li Rihayê dest bi dibistana navendî kir û li Afyonê qedand. Bi dû ra, li Enqereyê li Zanîngeha Enqereyê li fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnasiyê, beşa felsefeyê dest bi xwandinê kir, lê ji ber girtinan xwandina xwe neqedand.

Ji ber helbestên xwe gelek caran hat girtin û şkencekirin. Helbestên wî di navbera salên 1944-1955an da di kovarên demê da dihatin weşandin. Kitêba wî ya navdar, bi navê Min ji hesreta te prange kevn kirin (Hasretinden Prangalar Eskittim) li sala 1968ê ji bo cara yekê hat weşandin, ew kitêb heya niha nêzîkî çil caran hatiye çapkirin û çend kesan jî paçveyî zimanê kûrdi kiriye anko wergerandiye.

Ahmed Arîf li 2ê Hezîrana 1991ê li Enqereyê ji çû ber dilovaniya Xudê.

Piştî mirina wî hinek helbestên wî ên ku berê di kovaran da hatibûn weşandin û hinekên nû ên ku qed nehatibûn weşandin bi keda Filinta Önal (lawê Ahmed Arîf) hatin berhevkirin û li sala 2003ê di bin navê Welatê Min Şahtamarê Min (Yurdum Benim Şahdamarım ) da di nava Weşanên Everestê da hatin weşandin.

Ahmed Arîf her çiqas helbestên xwe bi tirkî nivisîbin jî, le ne şaş e ko bihêt gotin helbestên wî di hêla hûnandin û naverokê da jî tirkîyê zêdetir nêzîkî kurdîyê ne.

Kitêbên helbestan[biguherîne]

Binêre[biguherîne]