Ahmed Arîf

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ahmet Arif hat beralîkirin)
Ahmed Arîf
Jidayikbûn21 nîsan 1927 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin2 hezîran 1991 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Enqere Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêMirina masûlkeyên dil li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêGoristana Asrî ya Cebeciyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ahmed Arîf (jdb. 21ê nîsana 1927an li Amedê; m. 2ê hezîrana 1991ê li Enqereyê) helbestvanekî bi eslê xwe kurd e ku bi zimanê tirkî dinivîsî.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê wî yê rast Ahmed Önal e. Di 21ê nîsanê da li Amedê hatiye dinê. Navê bavê wî Arîf Hikmet, navê diya wî Sarê ye.

Zaroktiya wî li Amedê û Sêwrekê derbaz bû. Li Sêwrekê dibistana seretayî qedand. Li Rihayê dest bi dibistana navendî kir û li Afyonê qedand. Bi dû re, li Enqereyê li Zanîngeha Enqereyê li fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnasiyê, beşa felsefeyê dest bi xwandinê kir, lê ji ber girtinan xwandina xwe neqedand.

Ji ber helbestên xwe gelek caran hat girtin û şkencekirin. Helbestên wî di navbera salên 1944-1955an da di kovarên demê da dihatin weşandin. Kitêba wî ya navdar, bi navê Min ji hesreta te prange kevn kirin (Hasretinden Prangalar Eskittim) li sala 1968ê ji bo cara yekê hat weşandin, ew kitêba heya niha nêzîkî çil caran hatiye çapkirin û çend kesan jî paçveyî zimanê kûrdi kiriye anko wergerandiye.

Ahmed Arîf li 2ê hezîrana 1991ê li Enqereyê ji çû ber dilovaniya Xudê.

Piştî mirina wî hinek helbestên wî ên ku berê di kovaran da hatibûn weşandin û hinekên nû ên ku qed nehatibûn weşandin bi keda Filinta Önal (lawê Ahmed Arîf) hatin berhevkirin û li sala 2003ê di bin navê Welatê Min Şahtamarê Min (Yurdum Benim Şahdamarım) da di nava Weşanên Everestê da hatin weşandin.

Ahmed Arîf her çiqas helbestên xwe bi tirkî nivisîbin jî, le ne şaş e ko bihêt gotin helbestên wî di hêla hûnandin û naverokê da jî tirkiyê zêdetir nêzîkî kurdiyê ne.

Kitêbên helbestan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]