Ahmet Mahmut Ünlü

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ahmet Mahmut Ünlü
Jidayikbûn27 sibat 1965 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Malperwww.cubbeliahmethoca.tv/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ahmet Mahmut Ünlü yan bi navê ku di nav gel de tê naskirin Cübbeli Ahmet Hoca (27ê reşema 1965an)[1] sofiyeke tirkê neteweperest e ku li ba Mahmut Ustaosmanoğlu xwendiye. Nêrînên wî yên nakok gelek caran ji aliyê çapemeniya tirk ve tên ragihandin.[2]

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew di 27 Sibat 1965 de li Fatih, Stembol, hatiye dinê. Ünlü bixwe îdîa dike ku malbata wî bi eslê xwe Ûzbêk û ji bajarê Buxara ye ku di sedsala 18an de koçî împeratoriya osmanî kiriye.[3][4] Nexweşiya şekir heye û ji ber vê yê ji leşkeriya neçar mabû.[5] Onül Zewicî ye û heşt zarokên wî hene.[6]

Tê gotin ku Ünlü li gorî gotin û îdeolojiyên xwe wekî Antîsemîtîk teyê îdîakirin.[7][8]

Ew, di sala 2020an, de dema ku gotibû heqaretkirina Mustafa Kemal Atatürk heram e, gelek Mislimanan aciz kir.[9]

Ew rexnegirê selefîtiyê ye û gelek caran gotiye ku selefî tehdîdek e û divê destûr neyê dayîn ku li Tirkiyeyê mezin bibe.[10]Di sala 2020an de, ew bi Murat Gezenler re, waîzek selefîst ji Konyayê, ku berê gelek caran ji ber têkiliyên El-Qaîde û Dewleta Islamî hatibû girtin, ketibû nav nakokiyekê. Gezenler, tevî ku bi xwe tirk e jî, wiha got: "Civaka Tirkiyeyê civakeke muşrîk e. Ji ber ku dengdayîn û şandina zarokan ji bo dibistanên dewletê şirk e. Tevlibûna artêşa tirk kufr e. Tirk ne misilman in." Gezenler, bikaranîna peyva “Şehit” a ji bo leşkerên Tirk ên mirî jî rexne kir û dîsa bi cesaret îdia kir ku Tirk qet misilman nebûne û heta ku serî li selefîzmê nedin, dê qet nebin misilman.[11]

Ew bi eşkere piştgirê Erdogan e.[12][13] Wî got ku divê hilbijêrên HDPê hevwelatiya wan a Tirkiyê bê betalkirin.[14] Ji ber nefreta wan a ji Erdogan re, ew ji Partiya Saadetê pir nefret dike.[15][16][17] Berdevkê Partiya Saadet Birol Aydin îdia kir ku Cübbeli Ahmet li ser navê olê ji xeynî xapandina mirovan tiştek nekiriye.[18]

Ew heqaret li Hüseyin Velioglu jî kiribû û di nav alîgirên Hizbullahê yên Kurd de bû sedema nerazîbûnê. Alîgirên Kurd ên Hizbullahê jî reseniya Ünlü red dikin û wî wek alimekî ne rewa dibînin ku ji bo dewleta kûr dixebite.[19] Cübbeli Ahmet rexne li Partiya Doza Azad kir, ku wî îdia kir ku ehemiyet nade Tirkiyê.[20] Ahmet di sala 2022an de li dijî Şîa daxuyanî da û bû sedem ku Hizbullahê Kurd wî wekî "mezhebperest" şermezar bike û endamekî payebilind ê Partiya Doza Azad jî wî wekî "Ajanê Amerîkî-Îsraîlî" mehkûm bike.[21] Hizbullah a Kurd, di dema nakokiya Abdulkadir Karaduman bi Cübbeli Ahmet re ya derbarê Erdogan de, piştgirî da Karaduman ji Partiya Saadet.[22] Hîzbûllahê Kurd jî di dema nakokiya meleyê selefî Alparslan Kuytul bi Ahmet re de, piştgirî da Kuytul.[23]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Cübbeli Ahmet Hoca". 3 gulan 2015. Ji orîjînalê di 3 gulan 2015 de hat arşîvkirin.
  2. ^ "ISIS puts the Muslim world on the spot again | Firdevs Talk Turkey | Firdevs Robinson". Firdevs Talk Turkey. 4 çiriya pêşîn 2014. Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2016.
  3. ^ "Trabzon ve Giresun'da ziyaretlerde bulundu". Ji orîjînalê di 8 tîrmeh 2015 de hat arşîvkirin.
  4. ^ "Cübbeli Ahmet Hoca kimdir?". Sabah (bi tirkî). Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  5. ^ "Cübbeli Ahmet Hoca". biyografya.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 10 îlon 2019.
  6. ^ "Ahmet Mahmut Ünlü kimdir?". biyografi.info. Roja gihiştinê 4 tebax 2016.
  7. ^ "President Erdogan recruited antisemitic Turkish cleric indicted on sex trafficking charges - Nordic Monitor". nordicmonitor.com (bi îngilîziya amerîkî). 18 îlon 2023. Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  8. ^ "Turks pushing Jews out of holy site near Jerusalem?". www.israelnationalnews.com. Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  9. ^ "'Cübbeli Ahmet Hoca': Mustafa Kemal Atatürk bu devletin kurucusu, aleyhine konuşmak caiz değil". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  10. ^ "Cübbeli Ahmet: Türkiye'de Selefilik arttı, bunların gizli yerlerde silahları var". birgun.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  11. ^ "Cübbeli Ahmet'in suçladığı Selefi isim: Türkler Müslüman değildir, müşrik bir toplumdur". Independent Türkçe (bi tirkî). 29 îlon 2020. Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  12. ^ Odatv (10 gulan 2023). "Cübbeli seçime böyle girdi: "Cumhur İttifakı'nı desteklemek icap ediyor"". Odatv (bi tirkî). Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  13. ^ "Cübbeli Ahmet: Allah rızası için Cumhur İttifakı'nı desteklemek icap ediyor - Kocaeli Fikir Gazetesi". kocaelifikir.com. Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  14. ^ ""HDP nasıl yüzde 12 alır?" diyen Cübbeli Ahmet Hoca'dan tartışma yaratacak sözler: Oy verenler vatandaşlıktan çıkarılsın". Haberler (bi tirkî). 7 gulan 2022. Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  15. ^ "Cübbeli Ahmet Hoca'dan çok konuşulacak Saadet Partisi açıklaması: Husumetim bu yüzden". m.yeniakit.com.tr. Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  16. ^ "Cübbeli Ahmet: Saadet Partisi'nin kandırdığı Müslümanları, Allah için uyarıyorum". Independent Türkçe (bi tirkî). 9 sibat 2022. Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  17. ^ "Cübbeli Ahmet, Saadet Partisi seçmenini 'ahiretle' korkutmaya çalıştı!". birgun.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  18. ^ "Saadet Partisi'nden Cübbeli Ahmet'in HDP hakkındaki ifadelerine tepki: Cübbesini çıkarırsa, bir daha başkasını aldatamaz". Independent Türkçe (bi tirkî). 27 sibat 2022. Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  19. ^ "CIA ile görüşen Cübbeli Ahmet'ten 'Derin Devlete': Şii Müslümanlara karşı harekete geç". hurseda.net (bi îngilîzî). 3 tîrmeh 2024. Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  20. ^ "Cübbeli Ahmet'ten HÜDA PAR açıklaması: Bu partinin bir milli duruşu yok". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  21. ^ "HÜDA PAR'lı yetkiliden Cübbeli Ahmet'e tepki". hurseda.net (bi îngilîzî). 3 tîrmeh 2024. Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  22. ^ "Saadet Partisi Milletvekili Karaduman'dan Cübbeli'ye şiirli cevap". hurseda.net (bi îngilîzî). 3 tîrmeh 2024. Roja gihiştinê 7 adar 2024.
  23. ^ "Alparslan Kuytul: Cübbeli derin devlet ne istiyorsa ona göre konuşuyor". hurseda.net (bi îngilîzî). 3 tîrmeh 2024. Roja gihiştinê 7 adar 2024.