Here naverokê

Ala Talebanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ala Talebanî
Image dans Infobox.
Member of the Council of Representatives of Iraq (d)
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Uppsalayê (en)
Zanîngeha SilêmaniyêLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Partiya siyasî

Ala Talebanî siyasetmedareke kurd e û seroka bloka Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Parlamena Iraqê ye .Ew sê caran endama Encûmena Nûnerên Iraqê ye.

Ala Tehsîn Talebanî li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye.Wê Dibistana bilind a keçan a Filistînê qedandiye.Ew yek ji biraziyên Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî ye.Ew yek ji biraziyên Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî ye.

Di sala 1986ê de Talebanî bû endama Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK).Ew du rojan di girtîgehê de hat girtin û ji ber ku kurdek etnîkî bû û red kir ku endama Partiya Beesê bibe, karê xwe yê mamostetî û endezyariyê winda kir.Piştî siyaseta Sedam Huseyn ya li dijî kurdan, ew di sala 1991ê de ji Iraqê derket û çû Brîtanyaya Mezin. Li wir ew endama şandekê bû ku bi serokwezîrê Brîtanya Tony Blair re hevdîtin kir.

Piştî rûxandina Sedam Huseyn, ew vegeriya Iraqê.Talebanî bi Zeyneb El-Suweyc re komeke bi navê Yekîtiya Jinên Kurd (paşê bi navê Jinên ji bo Iraqeke Azad hate nasîn) damezirand û di heman demê de hevdamezrînera Desteya Bilind a Jinên Iraqê ye.

Talebanî li dijî biryara 137 ya Encumena Rêveberiya Demkî a Iraqê derketibû, ku eger ev biryar were pejirandin dê mafên jinan li Iraqê ji holê rabe .

Talebanî yek ji endamên Hevpeymaniya Kurdistanî bû ku di kanûna paşîn a 2005an de ji bo Meclîsa Niştimanî ya Veguhêz a Iraqê hat hilbijartin. Di heman salê de derbasî encûmena nûnerên Iraqê bû û piştî hilbijartinên parlamena Iraqê ya sala 2010ê wek endam ma.Di sala 2014an de, ew bû yekane jin ji parêzgeha Kerkûkê ku di hilbijartinên parlamenî yên 2014an de bi dengê gel bi ser ket.Ew seroka YNKê di Encûmena Nûneran de ye.