Alfred Kastler

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Alfred Kastler
Jidayikbûn
Frédéric Henri Alfred Kastler Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

3 gulan 1902 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Guebwiller (Alsace–Lorraine, Împeratoriya AlmanîLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin7 kanûna paşîn 1984 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bandol Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêBures-sur-Yvette Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîFransa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
Xebat
  • optical pumping
  • Nuclear acoustic resonance Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • serok (Action Against Hunger, 1979–1984)
  • serok (Association des anciens élèves, élèves et amis de l'École normale supérieure)
  • serok (Q2985469) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Claude Kastler
  • Daniel Kastler Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Fizîkê (1966)
  • CNRS Gold medal (1964)
  • Prix Félix-Robin (1946)
  • Three Physicists Prize (1965)
  • Holweck Prize (1954) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Alfred Kastler (jdb. 3ê gulana 1902an li Gebweiler, Elsas; m. 7ê kanûna paşîn a 1984an li Bandol) ji bajarê wextekê di bin desthilatiya Împeratoriya Almanî de bû, Elsasê ye, fîzîknasekî navdar ê fransî ye. Sala 1966 guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hatiye dîtin.

Jiyan û girîngî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kastler dibistana amadeyî li Colmar bidawî dike. Sala 1921 dest bi dibistana bi navê École normale supérieure (ENS) li Parisê dike.

Piştî dibistanê, wekî mamosteyê fîzîkê li dibistana amadeyî ya Mülhausenê, dûv re jî li Colmar û Bordeauxyê. Ji 1931 heya 1936 ew asîstanê Pierre Daure ye li Fakûlteya Zanistiyê (Faculté de Science) li Bordeauxyê, a ew 1926 heya 1938 dersdariyê lê dike, Clermont-Ferrand). Herwiha ji 1938 heya 1941 profesoriyê li wir dike.

Dema li Bordeaux ye bo pisporan atomspektroskopiyê çêdike. Sala 1941 li ser daxwaza George Bruhat diçe Parîsê. Sala 1952 li Faculté de Science profesoriyê dike. 1953/54 ew profesorê mêvan li Löwen.

Kastler bi tevî Jean Brossel rêbaza spektroskopiyê ava dike ku di zanistiya atomfîzîkê de gelek girîng e. Ew ji 1951ê pê de gerînendeyê Laboratoire de Spectroscopie Hertzienne e. Îro ev laboratûar bi navê wî û Brossel tê binavkirin.

Payeya rûmetê li Pisa (1960), Oxford (1966) û Löwenê (1955) werdigire. Endamê civaka fîzîkhezên fransî û polandî ye. Herwiha yê Optical Society of America, ku sala 1962 pokala wê digire. Sala 1954 guncavê Xelata-Holweck a civakên fîzîkhezên brîtanî û fransî tê dîtin.

Ji sala 1964 ve endamê Akademiya Zanistiyê ya Fransî (Académie des sciences) e. Endamê heman akademî ya Belgiyayê ye jî. Sala 1965 xelata zêrîn a CNRSê digire.

Sala 1966 jî ji ber xebatên xwe yên avakirina atomspektroskopiyê Xelata Nobel a fîzîkê digire.

Sala 1924 bi mamosteya dîrokê Elise Cosset re marî dibe (dizewice), sê zarokên wan dibin ku yek ji wan jî fîzîknas e, Daniel Kastler.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]