Belçîka

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Belgiya hat beralîkirin)
Koninkrijk België
Royaume de Belgique
Königreich Belgien
Keyaniya Belçîkayê
Alaya Belçîkayê Nîşan Belçîkayê
(Ala) (Nîşan)
Sirûda netewî: La Brabançonne
Zimanên fermî holendî, fransî, almanî


Paytext Bruksel
50°51′Bk 4°21′Rh / 50.850°Bk 4.350°Rh / 50.850; 4.350
Bajarê mezin Bruksel
Sîstema siyasî Keyîtî
 - Key
 - Serekwezîr
Filîp
Alexander De Croo
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

30.528 km2
6,4
Gelhe
 - Giştî (2008)
 - Berbelavî

10.666.866 kes
349,4 kes/km2
Serxwebûn 1830 ji Holendayê
Dirav Ewro (EUR)
Dem UTC+1
Nîşana înternetê .be
Koda telefonê +32

Belçîka an jî Belcîka, Keyaniya Belçîkayê (wekî Beljîka, Beljîk û Beljîkistan jî tê naskirin, bi holendî (flemenî): Koninkrijk België, bi fransî: Royaume de Belgique, bi almanî: Königreich Belgien) welatek li rojavayê Ewropayê ye ku dikeve ser sinorên çar welatan: li rojhilatê welat Almanya, Lûksembûrg dikeve başur-rojhilat û Holenda jî dikeve bakurê vî welatî. Beşeke mezin ê Belçîkayê dikeve ser sinorê Fransayê. Herwisa beşeke biçûk a vî welatî dikeve ser Deryaya Bakur.

Desthilata vî welatî demokratî û federalî ye, lê şahîtî (melik) jî hêj heye. Belçîka ji deh parêzgehan pêk hatiye. Paytextê Belçîkayê Bruksel e ku dikeve navenda Belçîkayê. Bajarên dî yên giring ev in: Antwerpen, Gent, Charleroi, Luik û Brugge. Zimanên fermî yên Belçîkayê (holendî (60%), fransî (40%) û almanî (< 1%) ne.

Herêmên Belçîkayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêmên Belçîkayê deh in. Ji van pênc flemen (holendîaxêv) û pênc jî walon (fransîaxêv) in. Bruksel ne tevî van herêman e.

Herêmên flemen:

Herêmên walon:

Berberiya herêman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêmên Belçîkayê:      Herêma Brukselê-paytext      Herêma walonan      Herêma flemenan

Belçîka ji dû gelên sereke pêk tê: ew jî flemen (60%) û walonî (40%) ne. Flemen bi zimanekî (anjî dîalektek) nezîkî holendî û walonî jî bi fransî diaxifin. Li Brukselê 80% ji rûniştvanên bajêr bi fransî û ên din jî bi flemenî diaxifin, eger biyaniyên ku li Brukselê kar dikin li ber çavan neyên girtin. Ji aliyê cografîk ve Bruksel li navenda Belçîkayê dikeve û bajar weke giravekê di nav herêma flemenan de ye. Lê çiqasî bajar dikevê nav herêma flemenan jî, dîsa piraniya niştecihên bajêr ne bi flemenî, lê bi fransî diaxifin. Sedemen vê yeke jî dîrokî ne û bî tesîra zimanê fransî di sedsalên borî de girêdayî ye.

Belçîka di nav wan sînorên kû em îro dibînin di sala 1831ê de hat damezrandin. Di navbera flemenan û waloniyan de hertim raqîbiyet û tengezarî hebûn, lê evyek tucara nebû sebeba şer û bihevçûnên çekdarî, ku hêjayî gotinê bin. Piştî pevajoyek dirêj ku Belçîka di nav de gelek caran bi parçebûne rûbirû ma û munaqeşeyên kûr li ser pirsa Brukselê di salên şêstî de, di sala 1970î de biryar hat girtin ku Belçîka bibê dewletek federal kû ji sê herêman pêk bê: herêma flemenan, herêma waloniyan û bajarê Bruksel. Bruksel ji ber wê yekê kirin herêmek otonom, ji ber ku herdû aliyan nekarîbûn li hev bikin, ka bajar bikêvê nav herêma kijan alî: ji bo flemenan Bruksel bajarekî ji aliyê dirokî ve bajarekî flemenî bû û herweha diket nav herêma flemenan, lê li gor waloniyan Bruksel bajarekî fransî bû û hejmara niştecihên bajêr jî evjek nîşan dida. Û ji aliyê din ve, sedemek herî giring jî ew bû, ku pêwistî bi baytextek ne di bin desthilatdariya yekî ji herdû aliyan de dihat dîtin. Ji bo van sedeman dawiya dawî -çiqasî biryar di sala 70`yî de hatibê stendin jî- di sala 1989 de Bruksel bû herêmek otonom. Ji xeynî herêmên otonom, kû xwedî dezgehen fermî ne, her komek civakê (flemen, walon û alman) jî xwedî statû û dezgehên fermî ne. Yanî li hêlekê parlamena herêma Walonya heye û li aliyê din parlamena gelê walonî jî heye. Wek nimûne parlamena herêma Walonya tenê li ser gelê di nava sînorên herêma xwe da hukumdare, lê parlamena gelê walonî ji bo hemû mirovên walonî berpirsyare, ew li kudera Belçîka bijîn bila bijîn.

Galeriya Wêneyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]