Alma mater

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Peykerekî Alma mater li pêşiya Zanîngeha Columbia ya li New York City

Alma mater (bi kurdî:Dayika xwedîker an jî Dayika têrker) gotineke latînî ye ku di serdema Romaya kevnare de weke navekî ji bo xwedawendên dayik dihate bikaranîn. Bi giştî ji bo Ceres û Kîbele dihate bikaranîn, herwiha di xirîstiyaniyê de ji bo Meryem dihate bikaranîn.

Di dema nûjen de gotina alma mater ji bo dibistan, kolej an jî zanîngehên mirov têde xwendî re tê bikaranîn.[1] Herwiha ji bo sirûd an strana dibistanê jî tê bikaranîn.[2]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Alma mater | Define Alma mater at Dictionary.com Dictionary.com. Retrieved July 11, 2011.
  2. ^ Alma mater - Definition and More from the Free Merriam-Webster Dictionary Merriam-Webster Dictionary. Retrieved July 11, 2011.