Amnezî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Amnezî ji tehrîbata bîrkanê re tê gotin. Di sîstematîka bîrkanê de xirabûn, di bibîranînê de xirabûn, kêmketin e.

Amnezî ji sedemên trawmatîk, laşî, fonksiyonî û ji bikaranîna hin maddeyên sedatîv pêk tê. Sedemên hin cureyên amneziyê jî baş nayên zanîn. Herwekî amnezî ji ber sedemêm psîkolojîk jî dibin. Bo mînak mekanîzmayên xweparastinê yên psîkolojîk di asta bilind de amneziyê ditetikînin.

Divê mirov nekeve şaşîtiyê, hemî arîşeyên bîrkanê, yan hemî cureyên dibîranînê de problem ne amnezî ne. Tenê pispor dikarin teşhîsê bikin. Gorî statîstîkan mêr ji jinan zêdetir tûşî amneziyê dibin. Herwekî gelên wekî Kurdan di bin şer, êşkence û rewşên awarte de dijîn pirr tûşî amneziyê dibin. Piştî 30 saliyê her kes dikare bi amneziya global re rûbirû bimîne. Global amnezî zêdetir 24 saet didome. Piştî demekê şûnde dîsa bibîranîn tê şûna xwe. Sedemên global amneziyê yan amneziya demkurt bi pirranî mekanîzmayên xweparastina psîkolojiya mirov in.

Kesên ku maddeyên sedatîv, psîkotrop û trankîlîzan radixwin, di bin rîska amneziyê de ne. Hin cureyên amneziyê ku bo mînak ji ber sedemên psîkotrawmayê pêk tên, nikarin bên tedawîkirin an jî tedawiya wan bo demekê dirêj didomin. Lê pirranî dikarin bên saxkirin.

Amnezi di fîlman de gelek tên bikaranîn. Bo mînak fîlmên Tirkan. Di fîlmên Tirkan de leheng ji ber qezakê nişkave her tiştî jibîrdike.

Hin cureyên amneziyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]