Arxavk
Arxavk, omlet navê komekê xwarinan e ku ji hêkê tên çêkirin. Gelek cure û binavkirinên wê hene. Li Kurdistanê bi navên cuda tê binavkirin lê di rastiyê de her binavkirinek, cureyek arxavê ye. Amana sereke ya vê koma xwarinê rûnbirêşk e, ango pirranî di taweyê de tên çêkirin.
Berkeliyên sereke yên arxavkê hêk, rûn, ard (arvan) e. Bi cureyên zebzeyan, goşt, meqarne, sosîs û salaman tên xemilandin û her yek ji wan xwarinan naveke nû digire.
Ji arxavkê heya omletê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji bandora zimanên rojavayî pirranî ji vê koma xwarinê re omlet tê gotin. Omlet bi xwe jî bêjeyeke ji zimanê fransî ye. Di wêjeya devkî ya kurd de, bo omletê arxavk, hêkerûn, qeyxane hatiye bikaranîn lê ev hemî ne yek in, cureyên omletê ne.
Arxavk, ji mentiqa amadekirina xwarinê tê. Lewra ev ne xwarinên giran, bizehmet in, di ber de tên çêkirin, zû tên amadekirin. Arê (agirê) nizm û xav jî têra wê dikin. Arxavkî, di wateya "xwarinên wekî mezeyê" yan "xwarinên xurînî", xwarinên zû tên amadekirin" de, herwiha hatiye bikaranîn.
Arxavkên sereke yên Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Hêkerûn
- Qeyxaneya Wanê
- Arxavka rizê (birinc)
- Arxavka bazûyê (omleta silqa biyanî)
- Arxavka çorsane (omleta sade)
- Hêkerûna qeliyê (mêkleya bigoşt, melemena bigoşt)
- Qeyxaneya Mêrdînê
Omletên Ewropayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Omletên ewropayiyan jî wekî yên kurd in. Tenê berkeliyên wan hinekê cuda ne. Kurd ji xwarinên sîr-mast, pîvaz, penîr û pincarên xwezayî hez dikin û viya bêhtir bikartînin. Lê ewropayî pirr sosîs, goşt, salaman dixwin û viya tevlî arxavkên xwe jî dikin.
Omletên nûjen de herwiha kuvark, midye, goştê masiyan, krema jî hene. Li cîhana rojava arxavk wekî xwarinên fransî tên binavkirin.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara têkildarî xwarinekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |