Ava sûsê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ava sûsê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ava sûsê ango kolaya kurdan vexwarinek e. Li gelek bajarên Kurdistanê tê firotin. Gihayê sûsê îro li herêma Silêmaniyê gelekî hêşîn dibe. Berê li gundê Sûsikê yê girêdayî Dêrika Çiyayê Mazî jî gelekî hêşîn dibû, ku vî gundî navê xwe jî ji vî gihayî girtiye.

Ev vexwarin ji koka sûsê tê cêkirin û di rojên germ ên havînê de li bazarên Kurdistanê gelek tê vexwarin. Ji bo ku ava sûsê cêbibe, divê koka sûsê bi alîkariya bankutekê bê peliqandin û koka peliqî divê heta demeê di avê de bê hîstin. Li dijî vexwarinên din ên navneteweyî, ava sûsê him hundirê meriv hûnik dike, him jî ji bo tendûristiya mirov gelek bas e. Her ciqas avên gazoz belaw bûbin ji, ava sûsê bi sedan sal in heye û hê jî rastî ecibandina gelê kurd tê. Tê zanîn ku koka sûsê ji berê ve wek derman hatiye bikaranîn û gelek fêdeyên xwe yên tibî hene. Ava sûsê bi taybetî li bazarên kurdan ji aliyê şerbetfiroşan ve tê firotin.

Hêjayî gotinê ye ku koka peliqandî a sûsê jî ji bo tistên din kare bê bikaranîn.

Firotina ava sûsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Firotina şerbeta ku ji koka sûsê tê çêkirin meslekeke kevnar û serbixwe ye û lewra li gelek deverên Kurdistanê peyda ye. Gelek şerbetfiroş vê meslekê hînî zarokên xwe dikin da ku meslekê dewrî wan bikin. Şerbetfiroş bi giranî di rojên germ ên havînê de li qadên bazaran, li cihên ku gelek qerebelix in digerin. Bi cil û bergên xwe yên gelêrî û aletên taybet bala meriv dikişînin. Li herêmên Amed, Dîlok û Mêrdînê ev vexwarin bi navê Ava sûsê tê nasîn. Li Rihayê navê Hingiva biyan jî tê bikaranîn.

Ava sûsê di hunera kurdî de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Koma Hemdem bi navê Ava Sûsê him kasetek him jî stranek derxistiye.