Ayasofya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Muzeya Ayasofya ya Stembolê, 2013

Ayasofya (bi yewnanî: Ἁγία Σοφία, Ayia Sofia, "Hikmeta Pîroz"), dêreke kevnar a bîzansî ya taxa Eminönü ya Stembolê ye.

Avahiya ku wek dêr hatibû lêkirin, heya demekê bû mizgeft û îro wek muzexane tê bikaranîn û li Eminönü, li aliyê ewropî yê Stembolê, hatiye lêkirin. Gava ev qubeya basîlîka di sedsala 6mîn de hate avakirin, weke mînakeke bèhempa ya mîmarî hate dîtin.

Ayasofya ku mînaka herî dawî ya mîmariya antîk e, dêra sereke ya Împeratoriya Bîzansê û navenda olî ya xirîstiyanên ortodoks bû.

Gava Justinian bû împeratorê bîzansî, wî bi lêkirina ew meztirîn avahiya wê demê hêza xwe nîşanî hemû cîhanê da.

Ayasofya ji ber hemû taybetiyên xwe bi dîroka kûr a Împeratoriya Bîzansê ve girêdayî ye, ji ber ku bi lêkirin û hêza wê ya sembolîk xwediyê girîngbûneke bilind bû. Lewra ji aliyê oldarên xirîstiyan ve hê jî wek perestgeheke pîroz tê dîtin.

Di sala 1453an de gava Konstantînopolîs‎ ji aliyê osmanan ve tê fethkirin, çan û gelek xemilandinên xirîstiyan ên Ayasofyayê tên jêbirîn.

Ji ber hêjayiya xwe Ayasofya di sedsalên 16 û 17an de ji Împeratoriya Osmanî re bû mînak ji bo lêkirina mizgeftan. Wek mînak, mizgefta Sultan Ahmet (Siltan Ehmed) û Mizgefta Şîn kopyeyên Ayasofyayê ne.

Çavkanî[biguherîne]