Aynur Doğan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Aynur Doğan
Jînenîgarî
Jidayikbûn1ê adara 1975an (49 salî)
Malkişî, Dêrsim, Bakurê Kurdistanê
NeteweKurd
PîşeSitranbêj
AmûrSetar, tembûr û def
Salên çalak2001 – niha
Etîketa qeydêKalan Müzik
Malperwww.aynurdogan.net/ku
biguhêreBelge

Aynur Doğan, (jdb. 1ê adara 1975an; li Malkişî, Dersîm, Bakurê Kurdistanê) hunermend û helbestvaneke kurd e. Aynur Doğan di sala 2021ê de ji aliyê Fuara Navneteweyî ya Muzîka Cîhanê ya Womexê, wekî hunermenda salê hatiye diyarkirin û xelata saziyê ya sala 2021ê wergirtiye.[1]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Aynur Doğan di sala 1975an de li navçeya Melkişî ya bi ser parêzgeha Dersimê ku navçeyek çiyayî yê Bakurê Kurdistanê ye ji dayik bûye. Aynur Dogan di sala 1992an de bi malbata xwe te koçê bajarê Stenbolê dibe.

Aynur Dogan bi muzîkjenên naskirî yên wekê YO-YO MA and Silk Road Ensemble, Kayhan Kalhor, Javier Limon, Kinan Azmeh, Mercan Dede, Cemîl Qocgirî, Morgenland All Star Band, Quatour Voce, Nerderland Blazers Ensemble re di projeyên bi hevkarî û di fîlmên navnetewî de cih girtiye.[2]

Albûma xwe ya pêşîn di sala 2002an belav kiriye. Di sala 2004an de albûma xwe ya bi navê "Keça Kurdan" ji hêla Kalan Müzik ve belav kir û bi strana xwe ya "Keça Kurdan" li seranserê Kurdistanê hatiye naskirin.

Ew stran li dadgeha parêzgeha Amedê di sibata 2005an qedexe bû, bi vê sedemê ku belke propaganda ji bo rêxistineke neqanûnî bû. Qedexebûna stranê di paş 2005an de hat hilkişandin.[3]

Di adara sala 2017an de ji aliyê Enstîtuya Muzîkê ya Deryaya Navîn a Berkle ya Amerîkayê ve wekê berbijarê xelata "Hostaya Muzîka Deryaya Navîn" tê diyarkirin û xelata sala 2017an a dibistanê wergirtiye.[4] Ev xelat hewildanên Aynur Doğan ji bo parastin û şîrovekirina muzîka gelêrî ya kurdî ku wê veguherandiye modelek bi bandor ji bo hunermendên jin ên din ên muzîka Deryaya Navîn ên ku dixwazin dengên xwe parve bikin, zêde kiriye.[5]

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hêdur, 2020
  • Hevra, Sony Music Classical, 2013
  • Rewend, Sony Music, 2010
  • Nûpel, Kalan Music, 2005
  • Keçe Kurdan, Kalan Music, 2004
  • Seyir, 2002

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Department, World Music Central News (26 tebax 2021). "Aynur Wins WOMEX 2021 Artist Award | World Music Central.org" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 3 îlon 2021.
  2. ^ "JIYANNAME". Aynur Doğan. Roja gihiştinê 20 sibat 2024.
  3. ^ "BİYOGRAFİ". Aynur Doğan (bi tirkî). Roja gihiştinê 22 nîsan 2020.
  4. ^ "Female Kurdish musician Aynur Dogan wins prestigious international award". Arab News (bi îngilîzî). 30 tebax 2021. Roja gihiştinê 20 sibat 2024.
  5. ^ "WOMEX 21 Artist Award granted to Aynur Doğan". bianet.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 20 sibat 2024.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]