Bêjenasî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bêjenasî, peyvnasî an etîmolojî (bi grekî: ετυμολογία - etimolojía; bi yewnaniya kevn: έτυμος - étymos, bi Latînî: etymologia) wekî peyv tê wateya zanîstiya rastegînî yan zanîstiya bingehê. Li bingeha wateyên peyvên ziman digere.

Kesên bi zanîtiya etîmolojiyê ve bilî dibin jê re etîmolog tê gotin. Bo mînak peyva "dalberîn-reklam ji peyvên dayîn+hilberîn pêk tên. Ango ya ku dide hilberîn, ya ku hilberînê zêde dike.

Etîmolog dibêjin wekî ziman, zimanê kurdî nikare ji zimanên biyan ên ku ne ji koma zimanên îndogermanî ne peyvan hilwergire, lê nayê. Ji ber wê ye gelek peyvên biyan di zimanê kurdî de rasterast kivşe dibin. Bo mînak "hikumet" erebî ye, lê her kurdek bi awayeke din bikartîne. Bo mînak yek dibêje hikûmet, yek dibêje hukomet hwd. Lê zimanê kurdî gelek peyvan daye zimanê cîran ên ku be îndogermanî ne û di wan zinanan de kivşe nabe. Bo mînak destî, herçendî tirkan guhertine, kirine testî jî, di wê zimanê de kivşe nabe.

Mijara etîmolojiyê wate û ziman in. Zanîstiya etîmolojiyê gelek kevn e. Fîlozofên wekî Platon, Kratylos, Heraklîtos û hwd jî bilî bûne. Dîsa fîlozofên hindistanî û çînî jî.

Gorî etîmologan komên zimanmalbatan berê bi serê xwe yek zimanek bûye, paşê şax daye. Ziman jî jiyandarek e û bi bikaranînê dijî. Zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê roj bi roj winda dibe. Lewra li Bakur kurdî qedexe ye û bi kurdî perwerde nîne. Mixabin kurd jî li Bakur baş qîmetê nadin zimanê xwe yî zikmakî. Gorî etîmologan zimanê tirkî herçendi 80 sal in bi zagonan peyvan çêdikin jî hêj 70% ji zimanê biyanî pêk tê. Tirkî êdî nahele û winda nabe, lewra dewleta wan heye.

Bêjenasî bi gelek beşên zanîstiyê û dîsîplînan re kar dike. Bo mînak semasiologî, onomastîk, folklor, dîrok, çanda devkî, çîrok hwd.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]