Here naverokê

Bêvaciya fîlozofan (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bêvaciya fîlozofan
تهافت الفلاسفة Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Berhema wêjeyî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanErebî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema weşandinê1095 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nivîskar
Mijara serekeFelsefe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bêvaciya fîlozofan an jî Bêhawayiya fîlozofan (bi erebî: تهافة الفلاسفة‎, lat. Tahafah al-Falasifah) berhemek Xezalî ye ko ew di pirtûka xwe de fikrên fîlozofên wek Îbn Sîna, Farabî û mamosteya fikrên wan, Arîstoteles rexne dike ye.[1] Îmamê Xazalî bixwe ji bastana tradîsyona eşariyan bû û va pirtûka ji hêlekê jî gengeşiya navbera rêbara eşariyan û rêbara neoplatonîzmê ye.

Ew pirtûka ji pê Meqasîd el-felasifah ("Armanca fîlozofan") re hatiye nivisandin. Meqasîd el-felasifah wek puxteya fikrên Îbn Sîna bû. Xazalî di pirtûka xwe de dibêje ko, tu problema wiya bi şaxên felsefeyê wek fizîk, mentiq, astronomî û matematîk ve tune ye. Ew dîsa dibêje ko ew bi tenê rexneyên xwe li ser lênêzbûna wana Metafizîkê dike ye.

"Bêvaciya fîlozofan" ji bîst beşan pêk tê û ew lênêzbûn îddîayên Îbn Sîna û fîlozofan red dike ye. Îbn Ruşd ji pê re di pirtûka xweyê bi navê Bêvaciya Bêvacî de Gazalî ji bo va pirtûka wî û lênêzbÛnên wî rexne dike.

  1. ^ "Avicenna", Encyclopedia Iranica, roja gihiştinê 30 kanûna pêşîn 2007

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]