Xezalî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xezalî
Aramgeha Xezalî di vê avahiya bi navê Haruniye de li bajarê Tusê (Xorasan, Îran) tê dîtin
Navê rastî
ابو حامد محمد ابن محمد الغزالی
Ebû Hamid Mihemed ibn Mihemed el-Xezalî
Jidayikbûn1058
Mirin1111
Tûs - Îran
Cihê goristanêMeşhed Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
EsilFaris
HevwelatîÎmperatoriya Selçûqiyan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PîşeFîlozof, alim
SerdemSerdema Zêrîn a Îslamê
Xebat
BandorbarÎmam Şafiî, Ebû Hasan Eş'arî, El Cûweynî, Ebû Elî Farmedî
BandorkerEhmed Şerefedîn
DînÎslam
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Qutiya pênûsên Xezalî

Xezalî an "Elxezalî" an jî Ebû Hamid Mihemed ibn Mihemed el-Xezalî (bi farisî: ابو حامد محمد ابن محمد الغزالی Abū Ḥāmid Muḥammad ibn Muḥammad al-Ghazālī), bi Kurdî: Îmamê Xazalî, di navbera salên 1058-1111 de jiyaye. Bi zimanên rojava navê wî Al-gazel e. Xezalî bi eslê xwe faris e û yek ji fîlozof û teologekî herî bi nav û deng yên cihana Misilmana ye.[1]

Xezalî xwe di felsefê de gelekî bi pêş ve biriye û bi giranî li ser mijara tassawûfê sekinye. Ew di ceribandineke xwe de ku bi kinasî bahsa felsefeya, fîlozofên Misilman (Kindî, Razî, Farabî, Îbn Sîna...) dike de, di dawiya xwebata xwe de, ji ramanên van fîlozofon pir mat (şaş) maye. Ji vê yekê wî fîlozof bi xayintiyê tawambar kirine, ne xwestiye tu tiştî li ser rastiya fîlozofan bi bihîze û berê xwe daye tesewûfê (ramanên olî). Di pirtuka xwe ya bi navê "Tehawid el Felesîfe "(bêhawayiya fîlozofan) de, ew bi awayekî fîlozofîk fîlozofên Arîstotelesiyen rexne dike bi teybetî jî Îbn Sîna. Li gor wî fîlosof hertim digihine encamên çewtiyên mezin ku gerek bi awayek giranbiha bên sezakirin (ceza kirin), ji ber ku ew li tersê şoreşa xwizayî diçin. Xezalî çend sal bi şûnde ji aliyê Îbnî Ruşd ve hatiye rexnekirin.

Pirtûkên Xezalî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tê texmîn kirin kû pirtûkên Xezalî nêzikî 500 hev in, Lê mixabin îro pirtûkê wî 75 hev tenê heta roja me hatine. Ji wan çen pirtûk ev in.

  • El munkiz mine'd Dalal
  • Makaasîdu'l Felasîfe
  • El Mustafa
  • Tehafutu'l Felasife (Bêvaciya fîlozofan)
  • El İktisad fi'l Îtîqad
  • Kîmya-î Saadet
  • El Kistasu'l Mustakîm
  • Bidayetu'l Hidaye
  • Miyarul İlim
  • Mihekkun Nazar
  • Mişkatu’l Enwar
  • Tefsir u Yaquti’t Te’wil
  • Cewahir’ul Qur’an
  • El Basit
  • El Wasit
  • Maksaadu’l–Esna fi Şerhi’l-Esmau’l Husna
  • Makaasıd Maznun’u Bih la Xeyri Ehlih
  • El Weciz
  • Mizanu’l Amel
  • Faysal ul-tefrika beyne’l –Îslam we’z-zendeka
  • Îlcam ul-awam an İlm-i Kelam
  • El Mustazhiri
  • Er-Redd ul-cemil Ala Sarih
  • Kitab ul-erbaîn
  • Minhac ul-abidin
  • Eyyuhe’l Weled
  • Mukaşefetu'l-Kulûb
  • Nasihatu’l Muluk
  • Ed-Durc
  • Mafsalu’l Xilaf
  • Huccetu’l Haq

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]