Farabî
Farabî | |
---|---|
![]() | |
Navê rastî | Abū Nasr Muhammad ibn al-Farakh al-Fārābi |
Zayîn | 872 Qazaxistan |
Mirin | 950 Şam |
Hemwelatî | Tirkmenistan |
Esil | Fars an tirk |
Serdem | Serdema Zêrîn a Îslamê |
Pîşe | Fîlozof, Astronom û Muzîkvan |
Bandorbar | Arîstoteles, Platon, Betlemyûs |
Bandorker | Şihabedînê Suhrewerdî, Îbn Sîna, Kîndî, Ibn Ruşd, Îbn Bace, Ehmedê Xanî |
biguherîne![]() |
Farabî, an jî Ebû Nesr Mihemed ibn el-Ferex el-Farabî (farisî û erebî: Abū Nasr Muhammad ibn al-Farakh al-Fārābi) fîlozof û astronomê bi koka xwe fars e. Di sala 872'an li Farabê (Otrar) ya Turkmenistanê ji dayîk bûye û di sala 950'an de li Şamê jiyana xwe ji dest daye. Navê wî yê rastî Mihemed kûrê Tahran kûrê Uzlug e û li rojava jî ew bi navê Alpharabius, Alfarabi û Abunaser tê naskirin. Ji bona ku ew li bajarê Farabê yê Qazaxistanê hatiyê dinê jê re dibêjin Farabî. Wî perwerdeya xwe ya serata li Farabê dest pê kir û bi şûnde jî li Rey û li Bexdayê xwend.
Dema ku wî li Haranê lêkolîn li ser felsefê dikir wî Yûhana bin Haylan naskir û rêgezên dibistana nepen fêr bû. Li Helebê ew bû mêvanê hukûmdarê Hamedanan Seyfûdewlet. Digel pir zimanên ku baş bi wan dizanibû; ji suryanî, ‘erebî, farisî û tirkî û baş bi Zimanê kurdî jî dizanibû.[1]
Berhem û ramanên Farabî[biguherîne]
Farabî di dema piştî mirina Pêxember Mihemed û rewşa polîtîk a ku piştî wî re di navbera xelîfeyande derketiye jiyaye û ev rewş çavdêrî kirye. Ew bi giranî li ser têkiliyên olî û polîtîk sekiniye û ji bona ku şîroveyekî li vê rewşê bîne, ew li ser nivîsên Platon û Arîstoteles xebitiye. Gerek mirov vê rewşê bîne ber çavên xwe û nivîsên Farabî li gor vê yekê şîrove bike.
Farabî wek mijîyekî ensîklopedîk, bi teybetê bala xwe daye birêvebiriya polîtîk. Ji ber vê yekê gelek nivîsên wî şîrove û sentezên şexsî li ser felsefa Platon û Arîstoteles in.
wî pirtukek bi navê "Lihevhatina fîlozofan Arîstoteles û Platon" nivîsand. ev pirtuk bahsa "ramanên şêniyên siteya dilpak" dike. wekî din wî kurtebirek li ser zagonên Platon jî nivîstiye.
- At-Ta’lim As Sanî wa İhsâu all-Ulûm
- El-Madinat al-Fazila
- As-Siyasah-al Madaniyyah
- Risalah fi Ma'ani all Akl
- Ihsa Al-Ulm Musiki Al-Kabir
- Ketāb al-Musiqā al-Kābir
- Ketâb Fi al-Musiqā
- Al Moodhal Fi al-Musiqā
- Ketâb Ustukesat
- Alm Al-Musiqā
- Ehsa al-Alm
- Ketab Fi al-lhsâ al-Ikâ
- Ketab al-Musiqā
- Ketâb Ad-Advar
- Ketab al-Farab
Girêdanên derve[biguherîne]
- ↑ Muhammed Ronî El-Meranî, M . (2016). Alfabeya Kurdî Ya Herî Kevn. Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi, 2 (4), 105-125. http://dergipark.gov.tr/buydd/issue/33403/371689