Bîftek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çêtîka goştê dewarê
Çêtîk bo biraştinê tên amadekirin

Bîftek, çêtîk, steak, pariya goşt a pelî, ziman ji çêtiyên goştê golikê yan dewarê yên pirranî pan in (pehn) re dibêjin. Bîftek bêjeyeke fransî ye, derbasê romiyan (tirk), ji wan jî derbasê kurdan bûye. Ji bo biraştinê ye, goştê biraşte ye. Herwiha tê qelandin, davêjin firneyê jî.

Bîftek ti marketan de pakêtkirî jî tê firotin. Li Ewropa, Rûsya, Çîn û bakurê Amerîkayê bêhtir tê xwarin, lewra jiyana nûjen mirov mecbûrê fastfood û biraşteyan dike. Li Kurdistanê jî fastfood roj bi roj bipêşdikeve, pariyên kurdî cihê xwe ji bîftekên pakêtkirî yên marketan re dihêle.

Çima gotine ziman?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Ewropa û DYAyê aşxaneyên xwerû bîftekan difiroşin hene û bazara bîftekan mezin e. Bîftekên kurdî pelîn û tenik in. Berê bêjeya çêtîk û ji ber ku dişibe zimanê jî, ziman dihate bikaranîn. Bo mînak; "Ka zimanekê sor bike!".

Bîftekên ewropayiyan rengîn in[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bîfteka ji goştê golikê
  • Bîfteka goştê berazê
  • Bîfteka permaliyan (kedanî, mamir, pûngalî, ajalên pînikê mirîş ûêd)
  • Bîfteka masiyê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Günther Bischoff, Bernd Schneider, Gerhard Bamberger, Klaus Bippes: Fleischverarbeitung. Fachkunde und Fachrechnen. Schroedel Schulbuchverlag GmbH, Hannover 1996, ISBN 3-507-91412-3 (almanî)