Başok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Başok, Başîq
Nêr cîqek nêçîr kirî ye. (Sturnus vulgaris)
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Falconiformes
(an Accipitriformes, q.v.)
Famîle: Accipitridae
Cins: Accipiter
Cure: A. nisus
Navê zanistî yê latînî
Accipiter nisus
(Linnaeus, 1758)
Binecure

A. n. granti
A. n. melaschistos
A. n. nisosimilis
A. n. nisus
A. n. punicus
A. n. wolterstorffi

  Breeding summer visitor   Resident year-round   Non-breeding winter visitor

Başok [2], başîq , başû, başe [3] an waşe [4] (Accipiter nisus), cureyekî Firindeyên dirende yên rojger ên biçûk in ku ji cinsê bazan (Accipiter) û ji famîleya baziyan (Accipiteridae) e.

Belavbûna erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Başok li parzemînên Asya, Afrîka û Ewropayê têne dîtin. Li gorî taksonomiya wan başok di demsala zivistanê de serdana çar parçeyên Kurdistanê dikin.[5]

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Başok ser nêçîrê xwe sekinî ye

Rengê beşên banî yên başokê nêr hêşîn û boz û yê beşên binî pirtqalî û xêzdar in. Rengê başokê mê û çêlikan qehweyî û qehweyiya wan xêzdar e li beşên binî. Bi qasî 25% laşê başokên mê ji yên nêr girstir in. Giraniya başokên nêr di navbera 110-146 g e û giraniyê yên mê nêzî 185-342 g e. Dirêjiya yên nêr bê baskan di navbera 29-34 cm û dirêjiya yên mê bê baskan di navbera 35-41 cm ye. Dirêjiya baskên nêran di navbera 59-64 cm û yê mêyan bi qasî 67-80 cm ye. Serên başokan biçûk e û baskên wan kurt in ku bi dûvikên dirêj gihandî ne bi şêweyekî çar goşeyan ser banî van dûvîkan.[6]

Reftar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Accipiter nisus

Nêçîrkirin û xwarin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Başok Firindeyekî dirende û goştxwer e. Başok nêçîra balindeyên daristanan ên weke cîq, koterî, beytik û gelek din dike. Lê başok dikare balindeyên girs û girantir bikuje. Başok dikare mêş û mûr, guhandarên biçûk, bejavok, candek an laşê rawirên mirî û xijendeyên wekî mar û qirtîşan bixwe.[7]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ BirdLife International (2012). "Accipiter nisus". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2012.
  2. ^ bi kurmancî
  3. ^ bi soranî
  4. ^ bi lekî û hewramî
  5. ^ BirdLife International 2012. Accipiter nisus. In: IUCN 2013. IUCN Red List of Threatened Species. Version 2013.1. <www.iucnredlist.org>
  6. ^ Ferguson-Lees and Christie, 2001; Harrison and Greensmith, 1993; Kelly and Bland, 2006
  7. ^ http://animaldiversity.ummz.umich.edu/accounts/Accipiter_nisus/

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Başok de hene