Keyaniya Baekjeyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Baekje hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Baekje

백제 (百濟)


18 B. Z. — 660 P. Z.



Baekje di dema xwa ya herî rind da li sala 375 P. Z.
Baekje di dema xwa ya herî rind da li sala 375 P. Z.

Agahiyên gelemperî
 Rêveberî
 Paytext Wirye
(18 B. Z.[1] – 475 P. Z.)

Ungjin
(476 – 538)

Sabi
(538 – 660)
 Ziman
Zimanê Baekjeyê (Beşek korêyiya kevnê)
 Ol
Budîzm, Konfusiyanîzm, Şamanîzma korêyî
 TBH
 TBH/sal
 Dirav
 Dem
 Nîşana înternetê
 Kd. telefonê
 
 
 
 
 

Gelhe
 sedsala 7emîn 761.500[2] (bi texmînî)
{{{gelhe4}}}
{{{gelhe5}}}

Rûerd
{{{rûerd3}}}
{{{rûerd4}}}
{{{rûerd5}}}

Dîrok û bûyer
{{{bûyer6}}}
{{{bûyer7}}}
{{{bûyer8}}}
{{{bûyer9}}}
{{{bûyer10}}}
{{{bûyer11}}}
{{{bûyer12}}}

Serwerî
   
{{{serokA3}}}
{{{serokA4}}}
{{{serokA5}}}
{{{serokA6}}}
   {{{sernav serokB}}}
{{{serokB1}}}
{{{serokB2}}}
{{{serokB3}}}
{{{serokB4}}}
{{{serokB5}}}
   {{{sernav serokC}}}
{{{serokC1}}}
{{{serokC2}}}
{{{serokC3}}}
{{{serokC4}}}
{{{serokC5}}}
   {{{sernav serokD}}}
{{{serokD1}}}
{{{serokD2}}}
{{{serokD3}}}
{{{serokD4}}}
{{{serokD5}}}
   Qiral
 18 B. Z. – 28 P. Z. Onjo (yê ewil)
 346 – 375 Geunchogo
 523 – 554 Seong
 600 – 641 Mu
 641 – 660 Uija (yê dawî)
{{{serokE9}}}

Karîna qanûndanînê
{{{perleman}}}
{{{perleman4}}}
{{{perleman5}}}

Ya berê Ya paşê
BuyeoBuyeo
GoguryeoGoguryeo
Konfederasyona MahanêKonfederasyona Mahanê
Sillaya YekbûyîSillaya Yekbûyî

Keyaniya Baekjeyê (bi korêyî: 백제, 18 B. Z. - 660 P. Z.) keyaniyekî bû ku li başûrrohavaya Korêyê hate damezirandin. Ev keyanî bi Goguryeo û Sillayê ve yek ji sisê qiraltiyên Korêyê bû. Ev keyanî mêvandariya Budîzm, Konfusiyanîzm û Şamanîzma Korêyê kir.

Li gorî Samguk Sagiyê Baekje li 18 B. Z. di tejaneyekî navbera Goguryeo û Çemê Hanê ji hêla komek merivên di bin rêhberiya Key Onjoyê ve hatiye damezirandin. Li gorî San Guo Zhiyê ku tomarên Çînê ne, di heyna Samhanê da Baekje di nav Konfederasyona Mahanê da gihîştiye mefkiya herî bilind. Samguk Sagi der heqê damezirênerê Baekjeyê de zanînên hûrgilî dide. Jumong jibo ku bikare qiraltiya Goguryeoyê damezirêne lawikê xwa Yuri li Buyeoyê hiştibû. Dema ku Jumong bû Qiral Dongmyeongseong dwudu lawikên wî ji Soseonoyê hebûn. Dema ku Yuri hat Goguryeoyê Jumong demildest wî wek prensê welîaht ê xwa îlankir. Piştî ku hat famkirin Yuri dikê dû Jumongê key bibe, Soseono bi lawikên xwa Onjo û Biryu digel xelkê xwe ji dehe tebaayan çû başûr jibo ku qiraltiya xwa ava bikin. Soseono di damezirandina Goguryeo û Baekjeyê de wek fîgûrek bibandor tê bi nav kirin. Onjo li Wiryeseongê (Bajarrê Hanamê hiroyîn) bi cih bû û welatê xwa ra got Sipje ku tê maneya "Dehe Tebaa". Biryu jî li Michuholê (Bajarrê Incheona hiroyîn) bi cih bû. Li hêlekî xalkê Wiryeseongê di refahê de dijiya, lê li hêla di avê têrxway ya Michuholê û qadên çiravê yên wî bicihbûna li wir dijwar kiribû. Ji ber vê sedemê Onjo çû hindê birayê xwa û textê Sipjeyê jê xwast. Ji ber ku Onjo vê yekê red kir Biryu jê ra şer îlan kir lê di wî şerî da têk çû. Biryu ji fediya xwa kuşt û xelkê wî jî koçî Wiryeseongê kirin. Key Onjo wana bi xwaşbînî pêşwazî kir û navê welatê xwa wek Baekje guhart. Vergeriya qewmê xwa, merivên li Wiryeseongê wî pêşwazî kirin û ew jî navê Baekjeyê (Sed Tebaa) li welatê xwa kir.

Bandora Mahanê li Baekjeyê

Key Onjo, paytextê welêt ji başûrê çemê Hanê veguhast bakurê wê û paşînga jî mihtemelen ji ber zextên dewletên Mahanê veguhast başûrê, şûna Sêûlê hiroyîn. Tê bawerkirin ku Key Gaeru li 132ê da paytextê veguhastiye derdora çîyayê Bukhanê ya bajarrê Gwangjuyê hiroyîn ku dikeve başûrrohhelata Sêûlê. Li sedsalên ewil B. Z. ku car caran wek demên herî rind yên heyna sisê qiraltiyan tê bi nav kirin Baekje hêdî hêdî kontrola qebîleyên din yên Mahanê jî xist bin xwa.

Heyna Ungjinê

Li sedsala 5emîn da başûrê Goguryeoyê di bin gefa leşkerî ya Baekjeyê bû û li sala 475ê da Goguryeoyê li herêmê Sêûlê ket. Paytexta Baekjeyê di navbera 475 û 538ê da Ungjin (Gongjuyê hiroyîn) bû.

Heyna Sabiyê

Li sala 538ê da Key Seong paytextê veguhast Sabiyê (Navçeya Buyeoya hiroyîn) û keyaniya xwa wek dewletekî bihêz revîze kir. Ji vê gavê şûnda navê welatê ya fermî Nambuyeo (Buyeoya Başûr) bû ku ev jî nîşan dide ku eslê Baekjeyê dere heta Buyeoyê. Di heyna Sabiyê da çandeya Baekjeyê bû govanê mezinbûna Budîzmê. Seong li bakur di bin zextên Goguryeoyê û li başûr jî di bin zextên Sillayê bûyesa jî hewl daye ku pêwendiyên di navbera Baekje û Çînê bihêz bike. Sabi ji hêla şûna xwa li deverê ku çemê Geumê seyrê ra destdayîye bû. Ev rewş danûstandinên bi Çînê ve hêsantir kir û têkiliyên bazirganî û dîplomatîk di navbera herdu welatan li sedsalên 6emîn û 7emîn da mezin bûn. Li sedsala 7emîn da ji ber bandora Sillayê li başûr û li navenda Nîvgirava Korêyê paşketina Baekjeyê dest pê kir.

Pêşveçûna Baekjeyê Heyna Qiral Geunchogoyê;

Li Korêyê li 375ê da welatê ku herî zêde pêşve diçû Baekje bû. Di dema hikumdariya Key Goiyê (234 - 286) da Baekje bi Konfederasyona Mahanê ra yekbû û keyaniyekî temam bû. Li gorî metinê japonî Nihonshokiyê li 249ê, ferabûna Baekjeyê gihîşt Konfederasyona Gayayê ku li derdora çemê Nakdongê bû. Baekje di tomarên Çînê da wek qiraltiyekî 345 salî hatiye terîfkirin. Şandeyên dîplomatîk yên ewil ku ji axên Baekjeyê diçûn Japonyayê li derdora sala 367ê gihîştin wir. Key Geunchogo (346 - 375) bi Goguryeoyê ra şer kir û axên Mahanê ku li bakur diman tevlî Baekjeyê kir û bi vê yekê axên xwa fera kir. Di hukimdariya Geunchogoyê da qada ku di bin desthilatdariya Baekjeyê de bû rohavaya Nîvgirava Korêyê digirt nav xwa. Li sala 371ê da Baekje Goguryeoyê li Pyongyangê tarûmar kiribû. Baekje di dema ku bi Goguryeoyê ra tim bazirganî dikir çande û teknolojiya Çînê pejirandibû. Budîzm li sala 384ê dînê fermî ya dewletê bû. Hêzekî deryayî ya Baekjeyê jî çêbû û têkiliyên niyeta rind ku bi rêhveberên Japon ên heyna Kofunê dewam dikirin li hêla japonan şopên çandeyî hiştin. Di dema ku têkiliyên bi Çînê ve dihatin meşandin, sîstema nivêsandinê ya çînî, Budîzm, qewaqiya pêşketî, merasima cinazeyan û bizavên din yên çandeyî ji hêla zadegan, zanyar, pîşekar û rahîban ve hatin nasandin. Di vê heynê da çemê Hanê wek şûna herî girîng ya welêt ma.

Pirr kes difikirin ku hukimdarê herî bihêz di dîroka Korêyê da Gwanggaeto ye ku di dema xwa da bakurrohhelata Asyayê dixistbû bin hukima xwa. Feqet di dîroka Korêyê da hukimdarekî din jî heye ku, serkeftinên wî jî herî hindik mîna ya wî hijmetkar dihêle; 13emîn hukimdarê Baekjeyê "Key Geunchogo". Li bakur Goguryeoyê qedîm şikênand, li başûrê jî dewletên bajêrî yên Mahan û Kayayê fetih kir û bi vê yekê jî nema û bi Çîn û bi taybetî bi Japonyayê ra têkiliyên girîng yên siyasî û dîplomatîk danîbû. Hukimdarê ewil ya Baekjeyê ku di çavkaniyên Çînê û Japonyayê da derbas dibe jî ew bû û ev jî bandora wî nîşan dide.

Geunchogoyê ku li sedsala 4emîn da hate dinê lawê çûçik ê 11emîn hukimdarê Baekjeyê Biryu bû. Piştî Key Gyeyê ku xelefê Key Biryu bû û salekî li ser textê mabû tacê da serê xwe. Di nav da Samguk Sagi jî hinek çavkanî derbarê wî behs dike, lê ti çavkanî nabêjin ku çima li şûna kakê xwa ew derketiye ser textê. Gerçi di der heqê kariyera leşkerî ya Qiral Geunchogoyê da di çavkaniyan da gelek zanîn hene. Serkeftina xwa ya leşkerî ya ewil bi seferekî bi 20.000 leşkeran ve jibo bidestxistina Baekjeyê bi têkbirina qiralê Goguryeoyê Kogukwonê li Keleha Chiyangê qezenc kiribû.

Di heman heynê da Key Geunchogo sînorên Baekjeyê bi bidestxistina dewletên bajêrî yên Mahan û Kayayê ber bi başûr ve ra fera dikir. Bi saya karkeriya kanzayê ku pêşketibû di destê Baekjeyê da çekên pêşketî hebûn. Her çiqas ku Baekje ji çandeya cotkariyê dihatsa jî û artêşa xwa bi pirranî ji peyayan pêk dihatsa jî leşkerên Baekjeyê wekî tirkan û mongolan dikarin li ser hespê tîran biavêjin. Baekje siftê jibo bidestxistina 7 dewletên bajêrî yên Gayayê ji çîyayê Sobaekê hilbû paşê jî 4 deverên li eyaleta Jeollaya hiroyîn û dewletên bajêrî yên ku li pey Mahanê mane wergirt. Wê çaxê Silla di nav sisê qiraltiyan da ya herî bêbandor bû. Bi Sillayê ve tifaqekî kirin û hevsengiyê bi Goguryeo û Baekje - Sillayê ve çêkirin. Qiral Geunchogo bi hêzê leşkerî otorîteya navendî ya xwa zeximand û bi pêbaweriya vê çavên xwa dabû ber Goguryeoyê...

Piştî dwudu sal ji têkbirina artêşa Goguryeoyê li sala 369ê ji hêla artêşa Key Geunchogoyê li Keleha Chiyangê derbas bûbû Goguryeo hewl da ku bi êrişekî duyemîn ve biserkeve lê dîsa têkçû. Li zivistanê heman salê da Qiral Geunchogo bi 30.000 leşkeran paxtexta Goguryeoyê dorpêçkir û Qiral Kogukwonê kuşt. Axên Diafangê ku ji heyna dagirkirina Korêyê ji hêla xanedana Hanê mabû jî bidestxist. Van bûyeran Baekjeyê gihandibû sînorên herî fera heta wî çaxî.

Kopiya Şûrê Heftguliyî li Muzeya Bîrdarî ya Şerê li Sêûla Korêya Başûr

Di demekî da ku li giravên gir û hûr yên japonan di heyna Kofunê da hukim dikirin, Qiral Geunchogo tifaqan bi van dewletan ra çêkir û siyaseta birina çandeya Baekjeyê li wan axan meşand. Delîla herî mezin ya têkiliyên dostane di navbera Baekje û Japonyayê "Şûrê Heftguliyî (七支刀 )" bû ku ji hêla Key Geunchogoyê ve Japonyayê ra hatiye şandin e. Li sala 371ê Baekje vê carê çavên xwa da berî hêla din ya deryayê. Baekje ji gêr û kêşêyên li Çînê sûd wergirt û herêmên Liaoxi û Shandongê bi dest xist û van deran wek bingehên ticaretê bi kar anî. Baekje bi sîstema xwa ya siyasî ya pêşketî, bi aboriya xwa, bi artêşa xwa û bi çandeya xwa bû nîskoka bazirganî ya nûv li bakurrohhelata Asyayê. Van serkeftinan yekî tenê kir ew jî "Qiral Geunchogo" bû. Berî ku li sala 375ê di 51 saliya xwa da mir, Go Heungê ra tarîxnameyekî bi navê "Seogi"yê nivêsandida ku tê da tarîxa Baekjeyê hate tomarkirin, lê mixabin ew pirtûk piştî hilweşîna Baekjeyê ji hêla tifaqê Tang - Sillayê windabû.

Hilweşîn û tevgera vesazkirinê

Li sala 660ê leşkerên Sillayê bi leşkerên Tangê ve mitefiq bûn û erişî Baekjeyê kirin. Artêşekî pirr bihêz ku ji hêla General Gyebaekê ve dihat birêhvebirin, di şerê Hwangsanbeolê da li nêzikî Nonsanê têk çû. Paytexta Sabiyê di encama êrişa Sillayê ve ket. Hinekî ji sinifên serwer reviyan Japonyayê, Qiral Uija û lawikê wî jî sirgûnê Çînê hatin kirin. Hêzên Baekjeyê tevgerekî xwadanhevê nîşan dan, lê bi 130.000 leşkerên tifaqê Silla - Tangê ve hatin hemberî hev. General Boksin Prens Buyeo Pungê ra navê Key Pung (풍왕) da û wî kir keyê nûv yê Baekjeyê. Baekje ji Japonyayê alîkarî xwast û Key Pung bi 5.000 leşkeran vergeriya. Leşkerên qiralê berî ku keştiyên japonan bigihên Baekjeyê li eyaleta Ungjinê bi leşkerên Tangê ve hatin hemberî hev. Li sala 663ê da Artêşa Rizgarî ya Baekjeyê û hêzên deryayî yên japonan di cenga Baekgangê li dijî leşkerên Sillayê li başûrê Baekjeyê top bûn. Xanedana Tangê jî 7.000 leşker û 170 keştî dişîne. Piştî 5 şerên deryayî ku bi texmînî li Çemê Geumê yan jî li qismên jêr ya Çemê Dongjinê çêbûbûn, hêzên Sillayê bi ser ketin û Buyeo Pung direve Gogoryeoyê.

Ziman û çandeya Baekjeyê

Baekje ji hêla koçberên Goguryeoyê hatiye damezirandin ku tê guman kirin ku bi zimanê Buyeoyê diaxiviyan. Zimanê Buyeoyê komekî zimanê ya hîpotetîk e (bi tekezî nayê zanîn) ku ji zimanê Buyeoyê, zimanê Goguryeoyê û zimanê Baekjeyê pêk dihatiye ye. Xalkê Samhanê ku ji heman deverê koç kiriye jî mixtemelen bi cûreyekî din yê heman zimanî yan jî bi zaravayekî wê diaxiviyan. Hunermendên Baekjeyê di bin bandora cur bi cur yên rêbazên hunerî yên çînî da mane û karine ku wan bandoran bi hunera gerdîşî bi awayekî bêhempa bikin yek. Di karên hunerî ya Baekjeyê da mijarên Budîzmê hînî zêde ne. Bişirîna Baekjeyê ku hunera Baekjeyê ya tîpîk temsil dike û dilşadî dide, di pirrek peykerên budîstan da hene. Bandora Taoyê jî pirr belavbûyî ye. Li sala 541ê da pîşekarên çînî ji hêla Xanedana Liang ve Hikumdariya Korêyê ra hatine şandin. Meriv dikare bê ku bandora Çînê li heyna Sabiyê da jî ji wê tê. Gorra Qiral Muryeongê (501 - 523) bi modela gorra libinî ya çînî ve hatiye çêkirin û gelek melzemên wî ji Çînê hatiye îthal kirin. Wekî din malzemên cinazeyê yên Baekjeyê yên gerdîşî wek nexşên zêrîn yên Qiraliyetê, kemerên zêrîn û guharên zêrîn jî hatine bikaranîn. Di karên cinazeyê da jî kevneşopiyên Baekjeyê yên bêhempa dihate sepandin. Ev gorr wek mînakekî jibo gorrên di heyna Unginê da tê nîşandan. Ferfûrên li ser banan modelên nîlûferê yên narîn, nîgarên tevlihev yê liban, kevaneyên ku di qewaqiyê da tên bikaranîn û nivêsên zarîf li ser nivêskan taybetiyên karakterîstîk yên çandeya Baekjeyê ne. Peykerên budîstan û pagodayên ziravî afirînerî û bandora dînê xuya dike. Neungsan-ri, qabekî semyandar ê pêxistina pixûrê (백제금동대향로 Baekjegeumdongdaehyeongno) ye ku li navçeya Buyeoyê di kolandinekî li qada perestgehekî kevnar da hatiye dîtine ku yek ji mînakên hunera Baekjeyêyê. Derbarê muzîka Baekjeyê da pirr zanîn tinê ne. Lê dîsa jî tê zanîn ku muzisyenên mehelî li sedsala 7emîn da Çînê ra wek erkdar hatine şandin û terzekî muzîkê ya cuda perisandine.


Lîsteya Keyên Baekjeyê
  1. Onjo 18 BCE–29 CE
  2. Daru 29–77
  3. Giru 77–128
  4. Gaeru 128–166
  5. Chogo 166–214
  6. Gusu 214–234
  7. Saban 234
  8. Goi 234–286
  9. Chaekgye 286–298
  10. Bunseo 298–304
  11. Biryu 304–344
  12. Gye 344–346
  13. Geunchogo 346–375
  14. Geungusu 375–384
  15. Chimnyu 384–385
  16. Jinsa 385–392
  17. Asin 392–405
  18. Jeonji 405–420
  19. Guisin 420–427
  20. Biyu 427–455
  21. Gaero 455–475
  22. Munju 475–477
  23. Samgeun 477–479
  24. Dongseong 479–501
  25. Muryeong 501–523
  26. Seong 523–554
  27. Wideok 554–598
  28. Hye 598–599
  29. Beop 599–600
  30. Mu 600–641
  31. Uija 641–660


Çavkanî[biguherîne]

  1. "Korea, 1–500 A.D.". In Heilbrunn Timeline of Art History. New York: The Metropolitan Museum of Art, 2000–. http://www.metmuseum.org/toah/ht/?period=05&region=eak (October 2000)
  2. Iryeon (1281). Samgungnyusa.