Here naverokê

Barzanîtî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mustafa Barzani, 1947

Barzanîtî[1] an jî barzanîzm, îdeolojiyeke siyasî ye ku bi eşîra Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya ser bi barzaniyan ve girêdayî ye.

Barzanîzm bi piranî ji ramanên Mistefa Barzanî û hinekî jî ji ramanên Mesûd Barzanî tê. Barzanîzm îdeolojiyeke rastgir e û prensîbên wê yên bingehîn neteweperestiya kurd, populîzm, komarparêzî, kapîtalîzma civakî, dadperweriya civakî, kevneperestiya civakî, antîkomunîzm, welatparêzî û kevneperestiya neteweyî ye.[2] Tevî ku olê wekî parçeyek nasnameyê dide nasîn jî, ew piştgirî dide laîkbûna dewletê.[3] Mesûd Barzanî û bavê wî Mistefa Barzanî her du jî xwedî perwerdeyên dînî bûn, ji ber ku Mistefa Barzanî birayê biçûk ê Ebdulselam Barzanî û kurê Şêx Mihemed Barzanî bû, ku şêxên Neqşbendî dihatin naskirin.[4][5] Mesûd Barzanî da zanîn ku îslam û Kurdistan "bi hev ve girêdayî ne" û îdia kir ku cîhadiyên radîkal "xiyaneteke mezin" li îslamê kirine, ku ew wek "dînê tolerans, hezkirin, aştî û biratiyê" bi nav kir.[6] Barzanîzm îdeolojiya neteweperweriya kurdî ye ku li derdora kurdan hatiye avakirin, her çiqas etnîsîteyê û dînên cuda cudatiyê nake, heta ku ew welatparêzên Kurdistanê ne.[7][8] Rexnegirên Barzanîzmê îdia dikin ku ew îdeolojiya eşîrtiyê ye, lê di bin serokatiya PDKya Barzanî de, binesaziya Herêma Kurdistanê nûjen bû û li herêmê veberhênanên biyanî, zêdekirina xwendinê û geşkirina geştiyariyê.[9] Di siyaseta kurdan de barzanîzm hevrikê kevneşopî yê apoîzmê ye.[10] Dema ku barzanîzm zêdetir kevneperest, dînperest û etnoneteweperest e, tê bawerkirin ku apoîzm lîberaltir, pêşverûtir û pirçandîtir e û ferq û cudahiyên wan wek ya komarî û demokratên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û yên Erdoğanîzm û Kemalîzm ên li Tirkiyeyê dihatin dîtin.[11]

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Bedraldin, Salah. The Kurdish National Movement in Syria.
  2. ^ Gürbey, Gülistan; Hofmann, Sabine; Seyder, Ferhad Ibrahim (2017). Between State and Non-State: Politics and Society in Kurdistan-Iraq and Palestine. Springer. r. 65. ISBN 9781137601810.
  3. ^ "Two leading Iraqi Kurdish parties are taken off US terrorism list". Middle East Eye. Roja gihiştinê 14 gulan 2020.
  4. ^ "Sheikh Abdulsalam's vision for Kurdistan still inspires 104 years later". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 2 tebax 2024.
  5. ^ "45 years since the departure of the leader of the Kurdistan Liberation Movement, Mulla Mustafa Barzani-ARK NEWS". www.arknews.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 tebax 2024.
  6. ^ "President Barzani: Religion and homeland are linked-ARK NEWS". www.arknews.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 2 tebax 2024.
  7. ^ "Kurdistan Region President reiterates 'coexistence' on Minority Rights Day".
  8. ^ "Masrour Barzani: Diversity is at the heart of the social fabric in Kurdistan-ARK NEWS". www.arknews.net (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 kanûna pêşîn 2023.
  9. ^ Fischbach, ed. Biographical encyclopedia of the modern Middle East and North Africa (Gale Group, 2008) p 161.
  10. ^ Daaboul, Azzam (3 sibat 2020). "The rivaling philosophies of Barzani and Ocalan weigh over Syria's Kurds (Timeline)". Syria Direct (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 kanûna pêşîn 2023.
  11. ^ "İki tarz-ı Kürdi siyaset: Barzanicilik ile Apoculuk". Demokrat Haber - Bağımsız, Alternatif, Özgür Haberler (bi tirkî). Roja gihiştinê 11 tebax 2024.