Cejna Batizmê
Cejna Batizmê | |
---|---|
Dewlet | Tirkiye |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Cejna Batizmê ya êzdiyan cejneke dînî ya girîng e ku noqkirina rîtuel û paqijkirina giyanî pîroz dike. Bi gelemperî ji yekşema dawî ya salê heta yekşema destpêka sala nû berdewam dike û bi mîtolojiya êzditiyê û ramanên kozmolojîk ve girêdayî ye. Cejn ji bo bîranîn û rêzgirtina “Pîrê Alî” tê pîroz kirin. Li gorî kevneşopiya êzdiyan, “Pîrê Alî” berî sedsalan gundên êzdiyan ziyaret kiriye û li wir karên mucîze kirine. Sernavê "Pîr" tê wateya rûmetek giyanî û tê wateya "aqilmend û zana".[1]
Cejna Batizmê cejneke herêmî ye û bi taybetî ji aliyê beşek ji êzidiyên Torê (Tûrabdîn) ya herêma Mêrdînê ve (Çêlkiyan) tê pîrozkirin.[2] Ew di dawiya meha kanûnê (Çileya Pêşîn) de tê lidarxistin.[3] Li cem êzdiyên Torê, Batizm yek ji cejnên dînî yên herî girîng e.[4]
Merasîma cejna Batizmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Êzdî cejna Batizmê bi ayîn, dia û kombûnên civakê pîroz dikin. Parçeyek bingehîn a cejnê av e, ku wek hêmanek pîroz a paqijkirin û nûkirinê tê hesibandin. Ev ava bi bereket ji aliyê bawermendan ve tê bikar anîn, ji bo ku xwe bi awayekî sembolîk paqij bikin Pîrê Alî bînin bîr. Wekî din, di cejnê de mûm jî têne pêxistin, ku sembola ronahiya Xwedê ye, û armanc ew e ku girêdana giyanî ya bi Xwedê re xurt bikin.
Sembola cejnê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pîr Alî ji êzdiyan re sembolek ji tûncê zêrandî bi şiklê beranekî hiştiye. Ev sembol di destê malbata Feqîr a bi navê “Zaro” de ye. Feqîr mizgînvanên gerok ên ola êzdî ne. Rûmeta wan bi asteke bilind a naskirinê ve girêdayî ye.
Cejna heft rojan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cejna Batizmê heft roj diajo û bi rîtuelên taybet tê derbas kirin:
- Yekşem roja yekem e. Roja paqijiyê ye ku cil û berg û xanî bi tevahî têne paqij kirin.
- Ji duşemê heta Çarşemê rojî tê girtin.
- Roja çarşemê roja pezguran e, ku tê de pezek tê serjêkirin.
- Roja pêncşemê yekem roja cejnê ye. Di vê rojê de, êzdî heta şeva Înê, ku bi navê “Şevronk” an “Şevberat” (Şeva Lihevhatinê) tê naskirin, hişyar dimînin û ranazin. Têgîna yekem bêtir ji aliyê êzîdiyên bakurê Kurdistanê ve tê bikaranîn, êzdiyên Kurdistana Iraqê jî têgeha duyemîn bikar tînin. Vê êvarê êzîdî li hev kom dibin, dest bi pîrozbahiyan dikin û bi hev re govendê digerînin. Nimêj jî bi gelemperî têne xwendin.
- Roja pêncşemê piştî nîvro “Xewra Pîralî” tê pijandin, ku naneke sembolîk e ji bo rûmeta Pîr Alî.[5] Êzdiyên bakurê Kurdistanê jê re dibêjin “Sewik”. Pîrên ji koma Pîrê Pîr Al bi gelemperî hevîrtirşka bi bereket belav dikin, da ku ev nan pê were çêkirin. Herwiha, "Mehira Rehb" jî tê hilberandin, ku taybetmendiyek mastê ye: Xiristiyanê ku bi Pîr Elî re derbasî gundên êzdiyan bûye Mehira Rehb xwestiye.
- Roja Înê roja serdana hev û pîrozkirina cejna Batizmê ye. Di vê rojê de amadekariyên bidawîbûna festîvalê jî pêk tên.
- Şemiyê dawiya cejnê ye. Di vê rojê de ji nîvê rastê yê pezê qurbankirî heft perçeyên taybet têne derxistin, heft destikên tirî, heft mûmên pembû yên taybet yên ku bi rûnê heywanê qurbankirî hatine rijandin, û heft “Sewik” an “Xewra Pîralî”. Ev li ber doşeka ku bi awayekî sembolîk ji bo pîroz Pîr Alî hatiye rêxistin, têne danîn. Heft mûmên pembû têne pêxistin. Bawermend destê xwe diavêjin ser agir û daxwazekê dikin. Dayîk dema ku dua dixwînin, destên xwe di ser agir re derbas dikin û selametiyê ji zarokên xwe re dixwazin.
Wateya cejna Batizmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cejn hem di asta bedenî û hem jî di warê giyanî de girîngiya paqijiyê tîne ziman. Ji ber ku bawermend balê dikişînin ser têkiliya xwe ya bi Xwedê re, ev cejn wexta xweragirtin, tobe û diakirinê ye. Êzdî beşdarî nimêjên civatê dibin û guh didin sirûdên pîroz ên Qewalê, dengbêjên ruhanî û parêzvanên kevneşopiya êzdî. Bi kevneşopî, di dema Batizmê de rojiyek taybet jî tê girtin, da ku ji bo cejnê amade bibin û dilnizmî bikin. Rojên rojiyê paqijbûna ji gunehan û nûbûna giyanî nîşan dide. Kombûna civakê roleke navendî dilîze, ji ber ku malbat û cîran têne ba hev û cejnê bi hev re pîroz dikin, xwarinê parve dikin û piştgiriyê didin hev. Cejn ji ber ku hevgirtinê û yekitiya civakê xurt dike, xwedî girîngiyeke civakî ye jî. Endamên mezin û ciwan têne ba hev, da ku kevneşopiyên xwe ragihînin û zanîna çanda êzdî biparêzin. Di şahiyan de gelek caran xwarinên kevneşopî jî têne amadekirin, ku xwedî wateya sembolîk in û girêdana bi xweza û hêmanan re tekez dikin. Wek mînak, naneke taybet tê amadekirin, ku şiklê cîhanê û rojê li ser tê nexşandin.
Cejna Batîzmê herwiha di salnameya êzdiyan de destpêka çerxeke nû ya manewî ye jî, û hêvî, destpêkên nû û hebûna xwedayî ya domdar di jiyana bawermendan de temsîl dike. Cejn tîne bîra êzdiyan, ku li nirxên xwe yên manewî xwedî derkevin û di jiyana xwe ya rojane de nîzama xwedayî biparêzin. Rêûresm û adetên cejna Batizmê li gorî herêm û kevneşopiyên herêmî diguhere, lê wateya xwe ya giyanî ya bingehîn diparêze. Wek mînak, dayikên kurd ên êzdî bi teşiyê deziyekî dirêsin, ku li gorî mîtolojiya Kurdên êzidî ew ne deziyekî asayî, deziyê Batizmê ye û li cem wan pîroz e. Ev dezî, nîşana vê cejnê ye û rengê wê sor û spî ye.[6]
Girêdanên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Kurdên Êzidî Cejna Batizmê pîroz dikin". Rudaw.net.
- ^ "Batizmî – Êzîpedia" (bi almanî). Roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Kalendarium – Zentralrat der Êzîden" (bi almanî). Roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Batizmî". www.religionen-entdecken.de (bi almanî). 28 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2025.
- ^ Admin (3 kanûna paşîn 2020). "Der Festzyklus um Eyda Bêlinde und Batizmî". SJA - DE (bi almanî). Roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Ezidilerde tek bir aşiretin kutladığı bayram: Batizmi". Rudaw.net.