Nimêj

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Nimêj
Zilamine misilman ku li mizgefta Bangladeşê nimêj dikin rû dixin.

Nimêj, (limêj, mêj) an jî selat (bi erebî: صلاة الجماعة‎) di Îslamê de cûnek duayan e ku li gor qalibek diyarkirî tê kirin.

Nimêja di îslamê de[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Nimêj yek ji penc ruknên ola Îslam ê ye û divê kesên bawer rojê pênc nivêjan bikin. Nimêj di dirokê da ji misilmanan ra li şeva Mîrac ê ferz bûye.

Curên nimêjê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • Nimêjên ku ferz in: pênc nimêjên rojane û nimêja roja înê yê.
  • Nimêjên ku wacib in: Nimêja witr (sê riket nimêja ku piştî eşayê tê kirin) û nimêjên cejnan.
  • Nimêjên ku nafile ne: Nimêjên ku xêçî ferz û waciban zêde tên kirin. Mînak: nimêjên sunnet.[1]

Rekatên nimêjê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Rekat nimêjê de yek rabûn, yek xwar bûn û du secdeyan ra tê gotin.

Dema nimêjê Sunnetên ku berî ferzan tên kirin Ferz Sunnetên ku piştî ferzan tên kirin Witr Tevahî
Sibe 2 2 - - 4
Nîvro 4 4 2 - 10
Piştî Nivro/Esir 4 4 - - 8
Êvar/Mexreb - 3 2 - 5
Şev/Eşa 4 4 2 3 13

[2][3]

Ferzên nimêjê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Ferzên nimêjê 12 in. Şeş ferz bi xwe di dervayê nimêj da ne û ji vana ra "şertên nimêjê" tên gotin. Şeşê din jî di nav nimêjê da ne û navê wan jî "ruknên nimêjê" ne. Ji bona ku nimêj were bi cîh, gerê hemû ferzên nimêjê werin şindê.

Li gora mezhebên Şafiî û Henefî şertên nimêjê:

  • bi avê destnimêj girtin yan jî av li xwe kirin
  • paqij kirina gemariyê li ser bedena xwe, kincên/cilên xwe û şinda nimêj kirinê.
  • por kirina bedena xwe
  • Her nimêj gerê di dema xwe da were kirin.
  • gerê di hêla qibleyê da were nimêj kirin. Qible di hêla xaniyê pîroz Kabe yê li bajarê Mekke yê ye.
  • nêt kirin: Gerê mirov bizanî ku kîjan nimêjê dike û bi dilê xwe bînî bira xwe. Gotina nêtê bi dêv jî sunnet e yanî kirina Mihemmed Pêxamber e.[4]

Ruknên nimêjê

  • Tekbîra destpêkirinê: Bi gotina tekbîrê dest bi nimêjê kirin
  • Qiyam: Di nimêjê da li ser nigan/piyan sekinîn
  • Qiraet: Li ser piyan hinek Quran a Pîroz xwendin (Sûreya Fatihe û hinek ji sûreyeke din a Qur'anê)
  • Rukû': Xwe xwar kirin
  • Secde kirin: Mirov di secdeyê da çokên xwe, herdû destên xwe û eniya xwe didin ser erdê. Du secde tên kirin û di navbera herduyan da hinekî tê rûniştin (qasê ku bêjî Subhanellah)
  • Qade (rûniştin): Di dawiya nimêjê da qasî xwendina duaya Ettehiyatû rûniştandin.
  • Selam: Bi gotina Esselamu 'eleykum we rehmetullah' li ser milê rastê û çepê nimêj bi dawî dibe.[5]

Tiştên nimêjê xera dikin[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • Qise kirin
  • Xwarin yan jî vexwarin
  • Bi dengekî bilind kenîn
  • Ji yekî din re silav dan yan jî silava yekî din girtin
  • Guherandina hêla Qible yê
  • Girandin (lê ji tirsa Xwedê girandin nimêjê xera nake)
  • Bi zanebûn kuxîn (lê bi kuxika dest mirov nîne nimêj xera nabe)
  • Di nimêj da bi karekî din ra mijûl bûn
  • Pifê tiştekî kirin
  • Qurana Pîroz xera xwandin
  • Xerabûna destnimêjê
  • Gava di nimêja sibê da roj hil were
  • Bîrva çûn û dîn bûn.[6]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. "Prayer in Islam - IslamiCity". www.islamicity.org. Roja wergirtinê: 23 nîsan 2022.
  2. "How many Rakat in Salat | Salah | Rakaat | Namaz". islamicacademy.org. Roja wergirtinê: 23 nîsan 2022.
  3. "Islamic Prayer Times in Mountain Time Zone · Penny Appeal Canada". Penny Appeal Canada (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 23 nîsan 2022.
  4. "Prerequisites of the Prayer". Islamweb (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 23 nîsan 2022.
  5. "What Are The 14 Pillars of Prayer?". About Islam (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 23 nîsan 2022.
  6. "List of things that invalidate the prayer - Islam Question & Answer". islamqa.info (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 23 nîsan 2022.