Dia

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dia

Dia yan jî dua (ji erebî du'â), pêdiviyeke olî ye. Bi kurdî diroz, dirozge yan parîn jî dibêjin. Baweriyekî oliye ku kes daxwazên xwe bi axaftin ji Xwedê dixwaze.

Diaya misilmanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîreka kurd nimêj dike.

Diaya sunîtî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nimêj, limêj, mêj, bi taybetî, di misilmantiyê de awayekî bergî ê duakirinê ê taybet e. Lê di kurdî de, di wate diakirinê de jî dihê bikarhanîn. Mêj, beremberê di zimanê erebî de "sala" ye. Dia, mînak, weke fatîha, tahiyatû û hwd, in. Di mêjkirinê de tê xwandin.

Her misilman, her roj, ku sibê, Nîvro, Asr, Mexreb, Aşa bê, rojê pênc caran mêj dikin û dua dikin. Mêj, her ku tê kirin, berî wê Destnimêj tê girtin. Destnimêj jî, ku Dest, , Ling û beşên din yên laşê mirov ku tên şîştin in. Rojên Înan jî, Mêja Înê tê kirin. Mêj, li her her misilmanî ferza ku bike. Bi wê re Rojîgirtin, ku derfet hebin çûna hacê û hwd jî, çend ji wan pêdivîyên yên ku tên bicih in.

Di misilmantiyê de, pêşengê olê Mele ye. Di kurdî de, bitaybetî jê re "Seyda" tê gotin. Cihê ku misilman lê mêj dikin û dua dikin, Mizgeft a Diayên sereka "fatîha" û "Tahiyatû" ne. Her dema ku wê mêj bê kirin, di demê de bang(azan) tê xwandin(kirin). Ezan ji wê re tê gotin. Bang, li Minare tê kirin. Her mizgeft, ku biçûk û mezin bê, xwediyê minareyekê ye. Ew jî, weke sembolekê ya ji mizgeftê re.

Diaya elewiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dia, qewl û beytên êzîdiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Êzîdî, weke oleka yekxwûdayî ya herî kevn e. Ola êzîdiyê berî cihûtiyê û filehtiyê û misilmantiyê derketiye. Pêxemberê wê Laleşê Nûranî ye. Pirtûka wê ya herî kevn ya olê, Cilwe ye. Di êzîdiyê de, Şingal weke navendeka wê ya herî pîroz e, li wir bûna hac jî dibêt. Rojîgirtin, bergkirin û xwandina pirtûk û kilamên (beytên) olî yên wê yên pîroz duakirina wê dihêne li holê. Êzîdîti, xwediyê kevneşopiya olî ya cihanê ya yekxwûdayî ya herî kevnare ye. Êzîdîtî, bi "qewlgirtinê" re, baweriya xwe têne ser ziman. Cihên ku berê lê lev dirûniştin û li bi hev re dua dikirin û bi hev re diaxiftin, ji wan re digotin, cihên "civata laleş" jî.

Diaya filehan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûka mesîhan jê re Încîl tê gotin. di latinî de, jê re "bêbil" jî tê gotin. Wekî din jî, pêxemberê wê ku di kurdî de jê re "nebî Îsa" tê gotin, di nav mesîhan de jê re "Xudan Yesus" tê gotin û bi navê "mesih" jî tê nasîn. Di baweriya wê de tê bawer kirin ku Nebî Îsa ji bo mirov û gunehên wî bûya kurban. Bi mirina wî re mirov ji hemû gunehên xwe hatiya azadkirin. Di mesîhiyê de, di xitebete li Nebî Îsa de, jê re dibêjin "fader". Di nav mesîhên kurd jî, navê wî yê taybet "yabo" ya, yanî "bav" e. Dia mesîhyê ya sereke ev e:

Bavê me yê li azmana, navê pîroz bê girtin. Serweriya tê were. Weke ku li azmana ya weke te bû, li ser rûyê ardê jî weke ya te bibe. Î ro, nanê me yê rojana bide. Yên ku li ber me gunah kirina weke ku me ew afûkirin, tu jî, me afû bike. Destûrê nede ji rê derxistina me. Me ji ya xirab xilas ke. Ji ber ku serwerî, hêz û pîrozî ya te ya heta dawiyê. Amîn.

Piştre, her zaroya ku bû, li gorî baweriya mesîhiyê tê noqkirin. Cihê diakirinê yê mesîhiyê, dêr e. Pêşenge baweriyê olî ku dua dide kirin jî, keşe ye. Di dema levcivînê ya di derê de, zing lê dixe. Piştî ku diakirin bi dawî bû, di dawiyê de jî, wê 9 caran lê bixê.

Diaya bûdîstan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bawermendine dînê Buda li peristgeha Jokhang (Tîbet) dia dikin.

Budîzm, heta roja me jî, jî li ser pirr nîqaş hene. ev jî, li ser olîtiya wê ye. Budîzm, oleka û yan jî ne oleke. di vê çerçovê de nîqaş tên kirin. Bi awayê wê yê pêşî. bi bawerî yên ku dibêjin ku ew pergelaka felsefê ya exlaqê jî ya hene. Hin dîroknas jî bawer dikin ku pêşî ew felsefeyek exlaqê bû, piştre bi ber olîtîye ve çû û bû ol. Budîzm, bi vê yekê, heta roje me jî, bi nîîqaşên ´ku li ser re tên kirin re di rojevê de ye. budism, ji aliyê "Buda ku bi navê "Gotema"jî ya, di demên berî zaninê de li bakûrê hindistanê li Lumbini hatiye dinyê. Buda, bi bêjeyî tê wateya, bizanînbûn e.

Bawermendên wê, bi hizirkirinê di kevina Nîrwana de. Her ku lev dicivin yên ku tên bi xwe re xwarina ku çêkirina tênin û di dênina ber cihê ku hatiye kifşkirin. Di tapinakan de berg dikin. Nîrwana, nedeme ku ji hêzbûnê ketin bû çûna wê dibêt. Tê bawerkirin ku Buda, dema ku ji hêz ket, çû Nirwan e.

Çar xalên giring di temenê Budismê de ne:

  1. Jiyan bi bûnê re bi êşan tişîye.
  2. Mirov ku azweriya kira bin sehêtê de, hingî, wê ji êşan xwe rizgar bike.
  3. Xilasbûna rastî, kengî ku mirov ji hemû xwestekên xwe êdî ku xwe rizgar kir wê bibe.
  4. Ji êşan xilasbûn tenê wê ji êşe nabê, bi wê re divêt ku mirov xwediyê bîryara rast, bê, xwediyê awayê jiyan eka rast bê, xwediyê baweriyaka rast bê, xwediyê hizirkirina rast bê û xwediyê darizandina bê bi dil û wijdanê xwe re, wê hingî xilas bûn bibê.

Şeklê ibedete wê, bi awayê xwelêgirtinê ye. Bi gotina Buda ya ku wî gotî, Ev xwe diavêjima dhamma, ez xwe diavêjima Sangha ye. Cihên pîroz yên budismê Lumbin cihê ku buda lê bûya, Sarnath cihê ku cara pêşî buda lê waaz daya, Bodhi Gaya cihê rohnibûnê, bajarê Uttar Prades cihê ku lê buda çûya ber dilovaniya xwe û Çemê Ganj e.

Pirtûka pîroz ya Budismê Tripitaka ye. Lê bi taybetî, tê bawer kirin, ku piştî buda re bi 400 salî bi devkî gotina û piştre di pirtûkaka bi navê Palî-kanon, hizrên levhatina dayin li hevdû. Metoda vegotinê ya wan biawayê waazê ye. Pirtûka wan ya pîroz di sê beşan de lev hatiya dayin li hevdû û ew beş jî Vinaya Pitaka, Sutta Pitaka û Abhidhamma in. Ji wan her sê beşan pêk têt. Bi rahib û rahibeyan dikin. felsefeya budusmê, ji hemû aliyên xwe ve ji temen hatiya ser ziman. Budîzm, bi sereke xwediyê du mezhebean e. Ev jî ev in. Hinayana û Mahayana in.

Diaya cihûyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cihû, bi kurdî: Cihû; bi erebî: yahûdî navê xelkekî ku li Rojhilat dijî. Navê cihûtiyê dibê navê baweriyê jî. Li Îsraêl dijîn. Cihûtî digihijê nebî Mûsa. Serpêhatiye nebî Mûsa, ji Misira kevnare dest pê dike. Ew ji, wir di ravê û tê welatê Medya ku li ber Diclê ava ye. Hingî, êzîdîtî weke ola yekyazdanî serdest bû. Kurd hemû êzîdîtî bûn[çavkanî hewce ye]. Nebî Musa, 40 salî li wir dijî û baweriya xwe pêş dixe. Bandora êzîdîtiyê, li cihûtîyê bûye[çavkanî hewce ye]. Heta dem were derketina cihûtiyê, wê êzîdîtî, bi hezar salan demne dirêj bi bihurêne. Ew demên ku cihûtî wê derkevê jî, berî wan deman, bi têgihiştina yekyazdanî, ku Laleşê Nûranî pêxemberê wê ye êzîdîtî pêşketiye û bûye pergaleka civakî li herêmê li ber Dîcle û Firat ê. Piştî ku nebî Mûsa, xelkê der derdixe ji Misra kevn, têne vê herêmê û demne dirêj ew jî li wê herêmê dijîn. Baweriya vê herêmê nas dikin û di nav xwe de bicih dikin. Li gor wê demne pêşketinê di buhurênin. Ew demên pêşketinê, wê bine temenê demên pêşketinê ên cihûtiyê.

Cihê ku cihû lê baweriya xwe dikin jê re kinîşt an sînagog tê gotin. Pêşengên olî ên weke meleyên misilman û keşeyên filahan ku hene xaxam in. Pirtûka pîroz ya cihûtiyê jî Tewrat e.

Diaya ayînên din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Binere jî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]