Eyşe Şan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Eyşe Şan
Jînenîgarî
Jidayikbûn1938
Amed
Mirin1996 (bi 56 salan)
Îzmîr
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî
PîşeSolîst
biguhêreBelge

Eyşe Şan (jdb. 1938 Amed − m. 18ê kanûna pêşîn a 1996an Îzmîr), stranbêjeke navdar a kurd e.

Di dîroka serhildana çand û hunera Kurdistanê de, yek ji wan hunermendên ku li diji siyaseta çewt û asimilasyona reş û bi hêza Kemalistan li bakurê Kurdistanê mina şêre jinekê li berxweda Eyşe Şan bû. Eyşe Şanê bi wi dengê xwe yê şilik û nazik, bi wan kilamên xwe yên resen, gotina bav û kalên me anko (şêr şêre çi jin çi mêr e) di çax û serdemekê de da ispatkirin ku komara stemkara Tirkiyê xewna ji holê rakirina gelê Kurd û hemû taybetmendiyen kulturi û çandiyên Kurdan deqideyekê ji serê xwe dernedixistin.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eyşe Şan ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Eli û Ayşa Şan tê nasîn di çiriya paşîn a sala 1938an li bajarê Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê de xwedî malbatek mezin û navdare. Navê diya wê Heciye Xanim û ji êla Hacî Mistefa Begên Erziromê ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezina Cibriyan e. Bavê Eyşe Şanê Osman bi xwe ji dengbêjeki navdar û herwiha miroveki gelek dindar û xwedêtirs bû.

Di nava Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê bêdawî ye, hertim dizê û çiknabe. Dengbêjên Kurd di vê navê de tesîrek mezin li ser hesta huneriya Eyşe Şanê lîstin e, çimki herdem dîwanxana mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê tejî bû. Li mala wan dengbêjên dengxweş didan ber hev û tev heya roja din berê sibê bi hev re distrîn. Di vê navê de dengbêjê ku ji herkesî dengxweştir û hostatir derbiketa di dawiyê de ji aliyê xwediyê diwanê xelatek baş distand û herkesi ew piroz dikir. Ev e´detê qenc bi hezaran sale ku hê ji di nava Kurdan de didome û bi taybet ji giregirên Kurdan, Axa û Begên xwedi gund herdem deriyê kûşk û dîwanxaneyên xwe ji dengbêjên Kurd re vekiri hiştine û malên wan bûne xwindingehek ji bo bi hêzkirina edebiyata devkî ya Kurdan. Dema mirov jiyana dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê dixwine baştir bi vê rastiyê dihese. Ji berku Evdal bi piştgiriya maddi û me’inewiya Sûrmeli Mihemed Paşa bêtir di karê xwe de bi serdikeve. Osmanê bavê Eyşe Şanê ji ev karê bav û kalên xwe li gor hêza xwe didomanidin. Dayika Eyşe Şanê Heciye Xanimê ji carna bi lorikên ku ji wê re dixwindin, riha wê ya teji hest û hissên hunera Kurdewari dixiste bizav û hereketê.

Dema ku dengbêjên Kurd di mala bavê Eyse Şanê de li dora hev diciviyan Eyşe Şanê jî ji wan çaxên bi qîmet mifa werdigirt û bi heval û destexuşkên xwe re li pişta deriyê dîwanxanê heya berê sibê rûdinişt û bi evînek kûr li dengê stranbêj û dengbêjên mêvan guhdarî dikir. Eyşe Şan carna bi bîhîstina dengê wan mest û mendehoş dibû û haya wê ji dinyayê nedima. Ew dibû Zîn û li Cizira Botan bi Memê Alan re dipeyvî, carna ji ew dibû Xecê û li serê çiyayên Sîpan û Xelatê bi Siyamend Silîvî re di geşt û gulzaran de digeriya. Dane berheva dengbêjê mezinê Kurdistanê Evdalê Zeynikê û Gulêya Ermenî weke careke din jêre zindî dibûn. Bi deng û naveroka stranên dengbêjên Kurd serbihuriya Derwêşê Evdî û Edûlê, mîna rêze filmekê li ber çavên wê zindî û derbas dibû. Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:‘’ Xweziya der û diwarên mala bavê min bi ziman bûna ku ji were behsa wan roj û şevan bikirana, erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbakirê hebûya û ji me re qala wan sevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ezê veciniqiyama. Dengê bavê min yê zîz û xemgîn teisîrek mezin li min dikir. Sal diborîn lê dengê wî ji guhê min derneket ‘’

Sala 1958an keça Kurd Eyşana hunerdost û dengnazik bo yekemin car di nava civata jinan de stranên ku ji dengbêjên mina bavê xwe hîn dibe, carna distire. Herkes bi bîhîstina dengê wê bi hesret guhdar dimîne û bi vî rengî hunermenda nemir dest bi strîna kilamên cimaeta Kurdan dike.

Malbata Eyşe Şanê pir dîndar bûn, herkes bi xwîndina Qûranê mijûl dibû û di nava dengxweşên xwindina Qûranê de, dîsa jî Eyşe Şan dikeve rêza yekemin. Lê ew evîndara strana kurdî ye û li her derê di nava kom û civatên xwebixwe de bi lorik û besteyên xwe xem û şahiyan di nava dilê mirovên derdora xwe diafirine.

Eyşe Şan ji despêka xûyakirina hunera xwe ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî nerazîbûnan tê, bavê wê ji bo jin û keçan stranbêjiyê bi gunehek mezin dihesbîne û li gor şerieta islamê dengê jinê ji bo stranbêjiyê heram û guneh dizane. Dema ji bavê Eyşe Şanê tê xwestin ku çend stranên xwe li kompaniyekê tomar bike, ew bi xwe jî pêşnyara pilakçiyan ya ji bo amadekirina kasêtekê napejirîne, lê Eyşe Şan bi hemû zehmetî û çanda paşverotiyê ya li diji xebata huneriya jinan, li berxwe dide û dixwaze ew ji bi dengê xwe ji civata xwe re xizmetekê bide meşandin.

Bûyerek tal di jiyana Eyşe Şanê de ew ji ezîztirîn kesên wê dûr xist. Eyşe Şan hê 20 salî bû ku li ser daxwaza bavê xwe bi xurtekî yê bi navê Şewket Tûran re zewcî. Hercend ew xwediyê kecekê jî bûn, lê ew li hev nehatin û Eyşe Şan piştî vê bûyera nexweş hat bajarê Entabê. Wê dev ji keca xwe ya sê mehî û hemû kesûkarên xwe berdabû û ji bona wê hindê jî xerîbiyê di rewsek wha de teisîrek gelek xirab li ser jiyana wê cêdikir. Li Entabê wê bi hizar zemetiyan û bi karê pinîkirin û dirûtina kincên qetyayî debara jiyana xwe dikir. Eyşe Şanê bi hevkariya zilamekî yê bi navê Naîl Baysû du salan li radiyoya bajarê Entabê bi zimanê tirkî stran gotin. Lê ji ber ku di dilê Eysana Elî de evîna strana kurdî heye, wê ji karê di radyoya Entabê derdixin. Pişt re Eysana Kurd hat Îstembolê û bo cara yekê bi zimanê kurdî û tirkî stranên xwe tomarkirin. Lê xwediyên plakan mafê wê yê rastîn nedanê û bi firotina kasêtên wê bûn xwediyê her tiştî. Wê ji herçend bi dengê xwe yê xweş dikari bibe xwediyê hertişti û pir dewlemend bibe lê bêdadiya xwediyên kompaniyên kasêt tomarkirinê, mafê wê nedidanê û ew hertim feqîr û bêkes bû. Bi salan keda wê hat xwarin, ji bona wê ji Eyşe Şanê ji ber vê bêedaletiyê gelek xem dikişandin. Ji aliyekê din ew bi vê heqiqetê ji hesilyabû ku sistema komara Tirkiyê hebûna Kurd û Kurdistanê inkar diken û zimanê Kurdi ji qedexeye û dema ew li gor zagonên sistema Kemalîstan pêngavan hilnegire, mafê wê ji yê mina mafê 25 milyon Kurdên bakurê Kurdistanê bê xwarin û pêpestkirin.

Naveroka stranên Eyşe Şanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Naveroka stranên Eyşe Şanê ku aliyekê pênaseya wê jî didin xuyakirin, sê babetên civaki digirin ber xwe:

1_ Stranên kilasik û kilamên bav û kalan ku bi sedan sale sing bi sing ji aliyê dengbêjên Kurd ve hatine gotin û parastin û samanek netewi û diroki tên hesibandin. Eyşe Şanê ji riya wan şopandiye û gelek stranên kilasik ji mirinê rizgar kirine: Weke strana Cembeliyê mirê Hekariyê, Strana Mem û Zinê(1), Lê lê Bêmal(2), Zeriî heyran, Cemîle, Bêrîvanê, Kocerê, Lawikê Metînî, Meyro, Hesenîko û gelekên din.

2_ Stranên ku serûkaniya wan jiyan û ditinên Eyşe Şanê ne û wê di çaxê jiyana xwe de afirandine û xwindine. An ji mirov dikare bêje naveroka wan stranan xwedik û awêneya jiyana Eyşe Şanê ne.

Ji wan strana (Derdê Hewiyê an wela te nastînim) ku li ser paşverotiya adet û orfên civaka Kurdistanê û zordariya mêran û tehqirkirina şexsiyeta jinên Kurd hatiye gotin, bala mirovan pir dikişine ser xwe. Herwiha strana (Qederê Yar) ku li ser jiyan û bextreşiyên xwe yên di cihanê de kişandine, weke tabloyeki bedew neqişandiye.

Eyse Sanê strana (Xerîbim Dayê) li ser mirina dayika xwe gotiye ku beriya mirinê ji kurên xwe daxwaza dîtina Eyse Sanê kiribû, lê wan ew daxwaza dayika xwe nepejirandibûn.

3_ Pişti sala 1990an ku agirê şoreş û serhildanên netewi li bakurê Kurdistanê berfirawan bûn, êşiq û heza Eyşe Şanê ya ji bo Kurdistanê ku bi salan ji aliyê Kemalistan ve hatibû serkutkirin, ji nûve geş û gor bûn. Ji bona wê ji Eyşe Şanê bi dengê xwe yê hertin xweş bûyerên siyasi ji ku di civata wê de diqewmin anin ziman. Stranên siyasi ku Eyşe Şanê di salên dawiya jiyana xwe de xwindine bi pirani behsa wêrankirina gund û bajarên Kurdistanê û qetilamên ku dagirkerên Kurdistanê pêkanine dike û bi vi rengi Eyşe Şan helwesta xwe ya ji doza welatê xwe re dide diyar kirin.

Stranên Werin werin Pêşmergene, Newroz û Diyarbekir li ser bûyerên Kurdistanê hatine strin.

Giringiya xebat û hunera Eyşe Şanê di vir de ye ku wê di wan salên reş de ku siyaseta asimilasyona Tirkan her dera Kurdistanê girtibû bin bandora xwe û zimanê kurdî li bakûrê Kurdistanê heta di nava malbatên Kurd de jî qedexe bû, bi zimanê şirînê kurdî lorik û stranên kurdî gotin û awazên wê bûn melhemek ji bo tenahiya dilbirindar û Kurdistaniyên ku nedixwastin serê xwe ji ber dagirkeran bitewinin.

Dengê wê bû hêviya wan kesên ku baweriya xwe bi Kemalîsm û asîmîlasyona dijwar neanîbûn.

Di çaxê ku jin û mêrên Kurdan li her derê neçar bûn kincên kurdî ji ber xwe bavêjin, Eyşe Şan bi kiras û fîstanên kurdî li bajarên Kurdistan û Tirkiyê derket pêşberiya gel û bi dengê xwe yê şilik û nazik evîna ji bo welat, ziman û strana kurdî di dilê herkesî de diafirand. Ew ji dijminên axa bav û kalên xwe qet netirsya, ji ber ku heya dawiyê baweriya wê bi hebûna gelê Kurd hebû. Li hemberi vê heza wê dijminê nifşparêz jî li her derê jê re astengi derxistin û ew ji çalakiyên kar û xebata hunerî berbend kirin.

Berevaji xwestekên wan Eyşana Osman jî sond xwar ku qet teslîmî xwestekên Kemalistên nifşparêz û inkarkar nebe û bi rasti ji xanima Kurd Eyşe Şanê heya dawiyê ev soza xwe bi cîh anî û qet ji helwesta xwe ya Kurdayetiyê nehat xwarê. Wê dilê gelê xwe şakir û dilê neyaran jî bi deng û stranênê xwe yên bi zimanê qedexekiri, şewtand.

Eyşana Kurd li sala 1972an çû Elmaniya û li bajarê Munşên bi cihwar bû. Li wir keça wê Şehnaz ku ji bo dayika xwe ji her tiştê dinyayê bi qîmetir û eziztir bû jiyana xwe ji dest da. Piştî vê bûyera tal xemgîniyek mezin li ser jiyana Eyşe Şanê rûnişt û demeke dirêj dev ji xebatên hunerî berda. Piştre careke din ji Almaniya vegerî Kurdistanê.

Sala 1979an Eyşe Şan ku bi salan bi hesreta ditina başûrê Kurdistanê bû, çû seredana Kurdên vê perça Kurdistanê û bi germi ji aliyê Kurdên hemû deverên başûrê Kurdistanê hat pêşwazi kirin. Li Bexda, Dihuk, Kerkûk û Hewlêrê bi hunermendên mina M. Arifê Ciziri, İsa Berwari, Gulbihar, Tehsin Teha, Nesrîn Sêrwan û gelek kesên din re derket ser sehnê û bi hevre konsert pêşkêşi gel kirin. Herwiha wê bi gelek kesayeti û hunermendên Kurd re hevditin pêkanin. Segvan Ebddulhekim û Macida xanima wi, hunermend Nesrin Şêrwan, Ebdulrehman Mizori, Dr. Bedirxan Sindi, Resûl Gerdi û gelek kesên din ji wan kesatiyên Kurd bûn ku Eyşe Şan çû ditina wan. Dema Eyşe Şan vegerî Tirkiyê ji aliyê Mîta dewleta Tirkiyê ve pir hat tehdid û nerihet kirin. Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje: ’’Çaxê ez vegerim Tirkiyê, wan ez girtim û pir heqaret li min kirin. Min got xweziya ez neçûbama Kurdistanê û ez poşman bûm, wan ji min re digotin tu karê Kurdinyê dikî…’’.

Lê Eyse Sanê li basûrê Kurdistanê bi wan pêswaziyên bênimune ku ji aliye gelê Kurd ve li wê û hunera wê kiiribûn, bi vê heqîqetê hesiyabû ku keda wê ya wan salên dijwar û bi zehmet vala necûyê û wê di nava dilê gelê xwe de cihekî taybetî girtiye. Ji bôna wê jî hîviyên mezin di dilê wê de afirîn ku careke de vegere nava Kurdên Kurdistana di bin desthilatdariya Iraqê de.

Ji sala 1979an heya geşbûna şoreşa li bakurê Kurdistan Eyşe Şanê pir kêm xuya dikir û ji bo debara jiyana xwe di idareyek postxana bajarê İzmirê de dest bi kar kir. Sala 1991an piştî reva Kurdên başûrê Kurdistanê ji destê Beisiyên xwînmêj kasêtek pêşkêşî dostên muzîka kurdî kir û bi vi rengi careke din bêdengiya salên dûr û dirêj şikand. Dema mirov strana „Werin werin pêşmergene“ li ser reşerojî û qedera gelê Kurd dibîhîse, bêtir bi kûratiya evin û dilsojiya Eyşe Şanê ya ji bo gelê Kurd dihese:

Werin werin Pêşmergene
Derd giranin bêçarane
Ew xerib Kurmancê mene…ax
Ev Dihoke, ev Musile
Zalim Seddam li me hu kir
Zar û zêçê me belakir
Ew qatil fermanê rakir …ax

Û Eyşe Şan bi gotina vê stranê gelê bakurê Kurdistanê vedixwine ku hevkariya birayên xwe yên derbider û aware biken.

Eyşe Şanê gelek stran tomar kirine ku bi rasti analizkirina berhemên wê kareki hêsan niye.

stranên Lê lê Bêmal, Lorkê lorkê, Daykê qorban, Qederê yar, Cemîle here were, Xezal. Xezal, lêlê dînê, Memir Memir, Xivşê,.Kirasê te melese, Yar Meyro, Derdê Hewiyê, Hepsîyo, min tu dibû, Memê Alan, Nazliyê, Wey Saliho kurmam û gelek stranên din bi dengê wê yê xweş di nava gel da belav bûn.

Eyşe Şanê di jiyana xwe de ji ber paşverotiya civaki û zordariya dagirkerên Kurdistanê qet xweşi neditin û hertim ji bo bêşansi û êşa girana jiyana xwe stran dixwindin. Dema Heciye Xanima dayika Eyşe Şanê li Diyarbekirê dimire, ew ji tirsa bira û kesên xwe bo cara heri dawiyê ji nikare dayika xwe bibine û vi derdê xwe wiha tine ziman:


Dayikê qorban ava çemê Diyarbekir iro diherike leme leme e e e

Daykê qorban pêl li pêlê dixe davê ser keleme

Wele iro dayika min nexweşe waya min tunine

Hêsirê çavê mi dêrana Xwedê weke baranê biharê diherike, nasekine

Heywax dayê xeribim dayê, hey wax dayê neminim dayê, Heywax dayê bêkesim dayê, bê te kesê min nemaye li vê dunyayê dayê ez bimirim dayê…

Mixabin di nava me de derdek giran heye: heya hunermend û nirxên me yên netewi ji nava me koç neken, em qedirê wan nizanin, dema Eyşe Şan li xerîbiyê mir, kêmtir ji deh kesan di merasima veşartina cenazê wê de beşdarî kirbûn û heta di rojên dawiya jiyana wê de jî, kesî ji rewş û halê wê nepirsî.

Ew hertim bi tenê bû û di nava xembari û xemginiyek bêdawi de ji nava me koçkir. Ev karê me bêqedriyek mezin bû ji bo xizmeta Eyşe Şasnê ya salên dûr û dirêj.

Dema em li jiyana hunermend û kesayetiyên e´reb, Tirk an jî Faris dinêrîn, dibînîn ku ew hinek zêdetir ji me qîmeta nirxên xwe yên netewî digirin. Mesela dema hunermenda E´reb Omkelsum ê wefat kir zêdetir ji yek milyon kesan di merasima vesartina wê de besdarî kirin. Pistre li ser jiyana wê rêze film hatin cêkirin û...

Qedir û bihayê Eyşe Şanê ji ber bindestiya gel û welat wê, biqasi ku pêwist bû, nehat zanin û girtin. Lê ger wê li hemberi peymana xwe ya teji evin ji bo huner û strana Kurdi bê soz û qirar bûya, an ji bi wi dengê xwe yê bênimune bi zimanê gelên serdest stran bixwindana, bêgoman ewê mina pirensisekê, mezin û bihagiran bûya. Lê di nava Kurdan de pirensisek bê tac û text bû. Wê bêgoman felsefeya Emedê Xani xwindibû û bi derdê gel û welatê xwe baş zanibû.

Eyşe Şan xanimek rewşenbir û welatperwer bû û baş bi derdê bindestiya gel û welatê xwe hesiya bû. Ji bona wê ji hertim wiha digot:

‘’ Derdê bindestiyê pir êş û eleman diafrîne û eger welatekî me yê azad hebûya yê gelê me jî bêtir qîmeta nirxên xwe bizanîba, emê bibin fidayê bindestiya gel û welatê xwe.‘’


Belê …Ger Eyşe Şanê ji mina hinek hunermendên bêhelwest ji bona pere û malê dinyayê huner û kesayetiya xwe ya netewi bifiroştana, bêgoman ewê di rewşek baştir de bijiya.

Rewşa jiyana Eyşe Şanê ya maddi baş bû lê wê tim xwe bêkes û xerib didît. Ew hem ji aliyê civaka paşverûya Kurdan û hem ji ji aliyê sistema Kemalismê ve hatibû tehqir kirin. Ji aliyekê bi derdê neditin û dûriya dayik, xwişk û birayên xwe dişewti û ji aliyê din ji dengê wê ji aliyê berpirsyarên komara Tirkiyê di qirika wê de dihat fetisandin û wan nedihêşt awazan bi zimanê xwe yê zikmaki bixwine. Eyşe Şan du caran zewcî û niha du kur û keçek wê hene.

Hunermenda navdar Eyşe Şan di 18ê Kanuna sala 1996an de piştî ku gelek salên dûr û dirêj ji hunera resena gelê xwe yê bindest re xizmetek bêwestan kir, bi nexweşiya şêrpenceyê li nexweşxaneya bajarê Îzmîrê çû ber dilovaniya Xwedê.

Eyşe Şan ji weke gelek hunermendên din ji nifşê pişti xwe re bû xwindingehek dewlemend û di roja iro de gelek hunermendên Kurd dane ser şopa wê û kilamên wê dixwinin

Ji wan mirov dikare navê hozan Zozan, Delal, Fatê û Gulistan Perwer û gelek kesên din bi nav bike.

Xizmet û keda Eyşe Şanê ya diroki qet nayê ji bîr kirin û her sal 18ê kanunê yê li her dera Kurdistanê ew bê bi bîranîn.

1. Ev stran Eyşe Şan û Cemil Hûro bi hevre xwindine, lê sala ku stran hatiye tomarkirin, min nezani kengiye.

2. Strana Lê lê Bêmal wek Eyşe Şan bixwe ji dide xûyakirin ji Osmanê bavê xwe hinbûye.

Cend stranên Eyşe Şanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qederê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Were yar... Qederê yar

Qederê #er bikem mîna qederê xelkê tu ji min re nebûy yar

Te ez kirim peyakê rêdûrê westiyayî peyayê piyadar

Tu bûy siwarekî bi rim û bi mizreq

Li ser pista seêwîxelqê bûy siwar

Yar yar yar qederê yar

Lê qederê... te gostê min helandî

Lê sitûyê lingê min li xelkê dikî xiwar

Lê qederê te ji xwe re ez kirime tucar

Tu ji min re bûyî bazar

Te ez kirime tucarekî bilmez

Bi bazara xwe nizanim kirime zirar yar yar ...

Lê qederê maliksewitiyê

Te ez kirime sivanekî yaqe bi qulavê (qirêj) ling bigemar

Tuyê li dawiyê bûye gurekî

Siba tu bircîye har yar yar yar

Lê qederê tu rûnustî li #iya kevir û dar li min tînî

Stûyê min li xelkê dikî xiwar yar yar yar

Yar yar yar qederê yar, yar yar...

Lê qederê ...malik sewitiyê

Tu bûy siwarekî te ezê ji xwe re kirim

axakî xwe yê rûsar

Te li dawiyê ez kirim heqsizekî heqvêrmezê bêbextê sextekar yar yar...

lê qederê...

Heftxêrnedî bêbext û sextekar yar yar...

Lê qederê te pasî ez kirime qumarciyekî

Bi destê xwe nizane mala xwe sewitînandî, dilîze

Bi heft salan û dilîze bi qumar

Ay lê qederê ezê nifirekê li te li te bikim

Bila gunehê min bibe marekîresê tîremar

Bila li stûyê te biside qederê bigere mêrge bi mêrge

Yayle bi yayle ji te nemîne war bi war yar yar yar...

Lê qederê... maliksewitiyê wele tirsim tu tim yaxa min bernadî

Te darê cuqûrê daye ser piyê min sêwiya Xwedê

Li welêt derxistime malxerabê te ez gerandime war bi war yar, yar...

Ay lê qederê wele tirsa min ji wê tirsê Tu yaxa min bernadî heya roka vê mirinê

Kefen û sabûn û xwendina xoce qorîna tirbê kundala sar yar yar

qederê yar ...

Derdê Hewiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wele te nagirim, bîlle te nastînim

Wele te nagirim lo bîlle te nastînim

Derdê hewiyê welle nakisînim

Dayê ez nagirim bavo nastînim

Derdê hewiyê welle nakişînim

Jinê wî diduye çavê wî birçîye

Li malê pevçûye wele nastînim

Dayê nastînim lo, bavo nastînm

Welle te nastînim, bîlle te nastînim

Derdê hewiyê welle nakisînim

Jinê wî care bi dost û yare

Wele nastînim, bîle nastînim

Derdê hewiyê nakisînim

Wele te nastînim, bîlle nastînim

Cembelî kurê mîrê Hekarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî
Dergûsa cembeliyê min ji darê mazî
Min hejandî bi zend û bendê xwe yî tazî
Tirsa min ji wê tirsê siba li dû min û Cembeliyê
kurê mîrê Hekariya dibe hawar û gazî
Ay de lorî lorî Cembeliyê min lorî
Dergûsa Cembeliyê min li ser dare dike
Dergûsa delalê dilê min li ser darê dikê
Ezê îsev dergûsa Cembeliyê xwe yê picûk bigirim
Bavêjim ser dêla avê me dikim
Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî

Ax Xwedêyo tu çiqas pakî tu berf û baranekî
Tu rêçê li van zaliman wendakî
Tu min û Cembeliyê kurê mîrê Hekariya
Li zozanê Serefdînê bi hev û dinê sakî
Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]