Bekir Sidqî
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Navê rastî |
بكر صدقي |
| Hevwelatî | |
| Allégeance | |
| Perwerde | |
| Pîşe | |
| Artêş |
Artêşa Iraqê (en) |
| Payeya leşkerî |
General (en) |
| Şerê tevlêbûyî |
Bekir Sidqî Eleskerî (bi erebî: بكر صدقي العسكري, Bakir Sidqi al-'Askari) yek ji fermandarên artêşa Iraqê bû ku bi eslê xwe kurdekî ji Kerkûkê bû. Di 1937an de tevlî derbeyekî leşkerî ya serneketî dibe û di encamê de tê kuştin.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sidqî di malbateke kurd li Kerkûkê jidayik bû. Akademiya leşkerî ya Osmanî li Stembolê mezûn bû. Ew di Şerên Balkanê de şer kiriye û di sala 1915an de bû efserê kar. Piştî hilweşîna împeratoriya osmanî, ew tevlî Feysal I bû ku dixwest bi Keyaniya Sûriyeyê re dewleteke neteweyî ya ereb ava bike. Piştî ku Keyaniya Sûriyeyê di bin îdiayên axê yên Fransayê de hilweşiya, Feysel bû keyê Iraqê û Sidqî tevlî artêşa Iraqê dibe. Sidqî di tepeserkirina serhildana suryaniyan li dijî zordariya sîstematîk a dewleta Iraqê de xwe diyar kiriye, û di neteweya ciwan de prestîj bi dest xistî. Guman hene ku dibe ku wî fermana talankirin û kuştina sivîlan jî dabe (wek di Komkujiya Sêmêlê de).[1][2]
Herwiha, di nîvê salên 1930î de, Sidqî fermandariya kampanyayekê kiriye ji bo tepeserkirina serhildanên eşîrî li Iraqê. Di dawiya cotmeha 1936an de, Sidqî, digel Hikmet Silêman, bi karanîna hêza hewayî û leşkerî, derbeyek leşkerî pêk anîn da ku kabîneya keyîtî hilweşînin û Xazî I neçar bikin ku Silêman wek serokwezîr destnîşan bike. Armanca Sidqî roleke serdesttir ji bo artêşê di siyaseta Iraqê de bûye.[2]
Ew ji pêşiyên xwe lîberaltir û kêmtir wekî neteweperestê ereb dihat hesibandin. Hikûmeta wî di 8ê tîrmeha 1937an de li Qesra Saadabadê ya nêzîkî Tehranê, piştî ku nakokiyeke sinorî yê demdirêj di navbera Iraq û Îranê de bi rêkeftinekê di 4ê tîrmeha 1937an de çareser dibû, Peymana Çaralî a Îslamî bi hikûmetên Efxanistan, Îran û Tirkiyeyê re îmze kiriye.[3]
Sidqî di sala 1937an de li Mûsilê ji aliyê efserên hevrik ve hate kuştin.[2]
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Baum, Wilhelm; Winkler, Dietmar W. (2003). The Church of the East: A Concise History. London-New York: Routledge-Curzon. ISBN 9781134430192.
- ^ a b c Marr, Phebe; al-Marashi, Ibrahim (15 gulan 2018). The Land and People of Modern Iraq. Routledge. rr. 39–53. ISBN 978-0-429-49443-7.
- ^ Grobba, Fritz (1964). "Die Freundschaftsbeziehungen zwischen der kemalistischen Türkei und Afghanistan". Die Welt des Islams. 9 (1/4): 212–224. doi:10.2307/1570432. ISSN 0043-2539.
