Bekoyê Ewan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bekoyê Ewan yek ji kesên destan, çîrok û çanda devkî ya kurdan e. Sembola xirabî, fesadî, birakujî û dijiminahiya evînê ye. Di destana Memê Alan û destana Mem û Zîn de jî derbasdibe. Bekoyê Ewan yek ji endamên dîwana mîr û keyan e. Di destana Memê Alan de wekî endamê dîwana mîrê Cizîra Botan derbasdibe. Mîrê Botan dibêje "Ji bo kiryarên nebaş, kesên nebaş divê. Bekoyê Ewan ji bo karên nebaş xizmetekê dike". Beko bi fesadî, dek û dolavan kontrola koşka mîr digre destê xwe. Nahêle yekîtiya mîran çêbe. Herwekî nahêle Mem û Zîn bigihîjin miradê xwe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]