Belerofon

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Belerofon
Βελλεροφῶν Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Siwar dibePêgasos li ser wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMêr li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
  • Glaukos, Posîdon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Eurînomê (Glaukos) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xwişk û bira
  • Alkîmenês Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Fîlonoê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Hîdîsos
  • Îsandros
  • Laodamia
  • Hîpoloxos
  • Dêîdameia
  • Glaukosê Lîkyayî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanFîlonoê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Bellerofon siwarê Pegasosê dibe û Xîmerayê dikuje - mozaîka Romayî (Fransa) (b.z. s.s. 3-4em)

Belerofon (yewnanî: Βελλεροφῶν, Bellerofon) di mîtolojiya yewnanî de lehengê ku Pêgasos kedî kiriye tê zanîn. Kurê Posîdon, lehengê Korîntê ye. Serkeftina wî ya herî mezîn kuştina cinawar Xîmerayê bû.

Malbat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew wek kurê xwedawend Posîdon dihat zanîn lê heman demê de wek kurê mirov Glaukos jî dihat zanîn. Glaukos jî kurê keyê Korîntê Sîsîfos bû, ew yek jî lehengê me dikir mîrzayê Korîntê.[1]Diya wê jî Eurînomê bû. Dîroknas Robin Lane Fox derheqê navê wî de dibêje wateya fontese kujer û wateya Bellerus jî navê qurbaniyekî wî bû.[1]

Efsaneya Belerofon[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bavê wî ji wî re Pegasos diyarî kiribû. Lê dihat zanîn ku ji olîmpiyan pêştir kes nedikariya siwarê Pegasos bibe. Di Versiyoneke din de jî leheng Pegasos li nêzîkî bajarê li Pîreneyê serkaniyekî de dît. Bi alîkariya Atênayê wê kêdî kir û siwarê wê bû.

Bi xeletî birê xwe û zilamekî din kuşt ji ber wê neçar ma revî çû li keyê Tirînsê Proteus. Ketê bin bextê wî lê demekî din jina keyê Keybanû Anteia niyeta xwe li ser Belerofon xera kir. Lê Belerofon vê yekê qebûl nekir destdirêjî li keybanûyê nekir. Antenîa ji vê yekê gelek aciz bû çû ba mêrê xwe derew kir got Belerofon dixwaze ku destdirêjî min bike. Key zehf hêrs bû lê mêvanê xwe nekuşt. Peyam ji bavê jina xwe, keyê Lîkyayê Iobatês re şand ji bo kuştina Belerofon.[2]

Key Iobatês xwest ew bimire wî şande peywirên pir îza dane wî.

Peywirên Belerfonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peywira yekem kuştina Xîmerayê bû. Xîmera mexluqatek wisa bû ku serê wê şêr, beden yên bizina dûve wê jî marekî ku agir diavêje. Belerofon newêriya nêzîkê wê bibe. Rimekî ser zirinç amade kir serê rimê dirêjî Xîmerayê kir, Xîmêra pê agirê dûvê xwe êrîş kir, zirinç heliya. Pê hilma zirincê cinewar xeniqî û mir.[2]

Piştî têkbirina cinawarê vegeriya li Iobatês. Iobatês fermanekî din jê re da got here artêşa Solîmoiyê têk bibe. Belerofon siwarê Pegasos bû û li ser artêşê firî û kevirên mezin ji wan ra avêt û serkeftin stand.

Cara sêyem jî key Iobatês ji wê re peywira têk birina Amazonan da. Leheng stratejiya hember Solîmoiyan, li hember Amazonan jî çêkir û serkeftî derket.

Peywira dawî têk birina cerdeyên Karyayê bû. Cerde li bajarê Xantosê xwe xef kiribûn. Leheng ji bavê xwe Posîdonê xwest wê bajarê binav bike. Posîdon jî gotina wê kir û bi wê awayê ji cerdeyan xilas bûn.

Piştê Peywiran Jiyana Lehengê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Iobatês binavkirina Xantosê bihîst bawerkir kû leheng ji aliyê Xwedawenda hatiye pîrozkirin ji ber wê dilnerm bû, lehengê kire warisê keyaniyê û keça xwe Fîlonoêyê da wî. Sê zarokên wan çêbû. Yekî ji wan diya Sarpedonê Laodameîa bû.[1]

Emrê mayî de lehen dixwast ku here biçe beşdarî Xwedawendan be derket rê. Pê Pegasosê xwest ku biçe Çiyayê OlîmpêZeus ji vê yekê hesiya û qirnîyek şande Pegasosê. Qirnî Pegasos gez kir û hesp qulibî, leheng jî ji asimanê kete xwarê. Leheng seqet ma û heta mirênê jî parsektî kir.[2]Hin versiyonên din jî Leheng piştî gezkirina qirniyê hişê xwe anî ser xwe û pê Pegasosê hate Kîlîkyayê û li wir bajarê Tarsos avakir.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d Cartwright, Mark. "Bellerophon". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 nîsan 2023.
  2. ^ a b c "Bellerophon | Encyclopedia.com". www.encyclopedia.com. Roja gihiştinê 3 nîsan 2023.