Jinên Amazon

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jinên Amazon
  • Group of Greek mythical characters
  • mythical ethnic group Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jineke Amazon ya birîndar li Muzexaneyên Capitoline, Roma
Jê çêbûyî
  • Amazons Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Yewnanek bi jineke Amazon re şer dike. Detayên ji sarkofagê boyaxkirî yên ku li Îtalyayê, 350-325 BZ, hatine dîtin.
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jinên Amazon (bi yewnaniya kevn: Ἀμαζόνες Amazónes, yekjimar Ἀμαζών Amazōn, bi latînî Amāzon, -ŏnis) di mîtolojiya yewnanî de û di gelek destan û efsaneyên kevnar de derbas dibin, wekî Peywirên Hêraklês, Argonautica û Îlyada têne xuyang kirin. Ew grûbek ji şervan û nêçîrvanên jin bûn, yên ku bi bedenî û hêza xwe, di tîrvanî, behreyên siwarbûnê û hunerên şer de hin mêran derbas dikirin. Civaka wan ji mêran re girtî bû û wan tenê keçên xwe mezin dikirin û kurên xwe vedigerandin ba bavên xwe. Ew bi mêran re tenê bi kurtî bi hev re diciviyan da ku zarok çêkin.[1][2]

Jinên Amazon pir wêrek û serbixwe bûn. Wan bi fermana keybanûya xwe, bi rêkûpêk seferên leşkerî yên berfireh li deverên dûr ên cîhanê dikirin, ji Sikîtya heta Trakya, Asya Biçûk û Giravên Egeyê, heta Erebistan û Misirê.[3] Ji xeynî êrîşên leşkerî, jinên Amazon bi damezrandina perestgehan û damezrandina gelek bajarên kevnar ên mîna Efesos, Cyme, Smyrna, Sinope, Myrina, Magnesia, Pygela, hwd re têkildar in.[4][5]

Nivîsarên efsaneyên orîjînal welatê jinên Amazon li derûdora cîhana wê demê ya naskirî xeyal dikirin. Daxuyaniyên cûrbecûr yên li ser cîhê rastîn ji parêzgehên Asyaya Biçûk (Lîkya, Caria hwd.) bigire heya deştên li dora Deryaya Reş, an jî heta Lîbyayê. Lêbelê, nivîskaran pir caran Pontos li bakurê Anatolyayê, li peravên başûrê Deryaya Reş, wekî keyaniya Amazon ya serbixwe binav dikin û paytexta wê Themiscyra, li qiraxa çemê Thermodon lê rûdinişt, tînin ziman.[6]

Palaephatus, ku bi xwe jî dibe ku karakterek xeyalî bûya, di xebata xwe ya Li ser Çîrokên Bêbawer de hewl da ku efsaneyên yewnanî bi fahm bike. Wî guman kir ku jinên Amazon belkî zilam in ku ji hêla dijminên xwe ve bi jinan hatine şaş kirin, ji ber ku cil û bergên ku digihîje lingên wan li xwe dikirin, porê xwe di bendikên serê xwe de girêdidan û rihên xwe rîhên xwe tiraş kirin. Dibe ku ew yekem gumanbarê vê efsaneyê bû û lewma bingehek rastîn ji wan re red kir. Wî digot ku ji ber ku di dema wî de tunebûn, bi îhtîmaleke mezin ew di dema borî de jî tunebûn.[7][8][9]

Bi dehsalan vedîtinên arkeolojîk ên cîhên goristana şervanên jin, di nav de mîrîtî, li deştên Ewrasyayê destnîşan dikin ku çandên hespan ên gelên Sikît, Sarmatî û Hîtît îhtîmal e ku îlhama efsaneya jinên Amazon dane.[10][11] Di sala 2019an de, gorek bi gelek nifşên şervanên jin ên Îskîtan, çekdar û bi cil û bergên zêrîn, li nêzîkî Voronezh ya Rûsyayê hate dîtin.[12]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Silver, Carly (30 tîrmeh 2019). "The Amazon Warrior Women Of Ancient Times Were Real — And They Kicked Ass". All That's Interesting (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 adar 2023.
  2. ^ Mayor, Adrienne (2014). The Amazons : lives and legends of warrior women across the ancient world. Internet Archive. Princeton : Princeton University Press. ISBN 978-0-691-14720-8.
  3. ^ "AMAZONS - Greek Mythology Link". www.maicar.com. Roja gihiştinê 17 adar 2023.
  4. ^ "'Die Amazonen : ein Beitrag zur unbefangenen Prüfung und Würdigung der ältesten Überlieferungen' - Digitalisat | MDZ". www.digitale-sammlungen.de. Roja gihiştinê 17 adar 2023.
  5. ^ "The Fierce Amazon Warrior Women - What's Real and What's Myth". thevintagenews (bi îngilîzî). 5 tebax 2019. Roja gihiştinê 17 adar 2023.
  6. ^ Cartwright, Mark. "Amazon Women". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 adar 2023.
  7. ^ Stern, Jacob (1 kanûna paşîn 1996). On Unbelievable Tales (bi îngilîzî). Bolchazy-Carducci Publishers. ISBN 978-0-86516-320-1.
  8. ^ Hansen, William F.; Hansen, William (2005). Classical Mythology: A Guide to the Mythical World of the Greeks and Romans (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-530035-2.
  9. ^ Westermann, Anton (1839). Paradoxographoe (bi yewnanî). sumptum fecit G. Westermann.
  10. ^ "Amazon Warriors Did Indeed Fight and Die Like Men". web.archive.org. 20 îlon 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 îlon 2016. Roja gihiştinê 17 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ Magazine, Smithsonian; Foreman, Amanda. "The Amazon Women: Is There Any Truth Behind the Myth?". Smithsonian Magazine (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 adar 2023.
  12. ^ "Tomb With Three Generations of 'Amazon' Warrior Women Found in Russia". Haaretz (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 adar 2023.