Benazir Bhutto

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Benazîr Butto hat beralîkirin)
Benazir Bhutto
Jînenîgarî
Jidayikbûn21, 7, 1953
Keraçî
MirinRawalpindî
NeteweÛrdû-Kurd[1][2][3]
PîşeSiyasetmedar
biguhêreBelge

Benazir Bhutto (bilêvkirina bi kurdî: Bênezîr Buhto, bi urdû: بینظیر بھٹو,di 21ê tîrmeha 1953an de li Keraçî hatiye dinê - di 27ê kanûna pêşîn a 2007an de li Rawalpindiyê miriye) siyasetmedar û serokwezîreka pakistanî û seroka Partiya Gelê Pakistanê (Pakistan People Party anko PPP) bû. Di êrîşeke xwekujî de jiyana xwe jidest da.

Ew jina herî pêşîn bû li welatekê îslamî dibû serokwezîr. Bênezîr du caran bû serokwezîra Pakistanê, cara pêşîn li 1988ê û cara duyê li sala 1993ê. Dema ji bo cara pêşîn bûye serokwezîr, piştî 20 mehan ji aliyê serokkomar Xulam Îshaq Xan ve bi tawanên berguman yên gendelî û fesadê ji karî hat ladan. Cara duyê jî piştî sê salan (li sala 1996ê) ji aliyê serokkomar Farûq Lexarî ve bi heman tawanan hat ladan.

Bênezîr ji sala 1999ê heta sala 2007ê li derveyî Pakistanê li sirgûnê dijiya. Piştî vegera wê bo welatî, ji aliyê hikûmeta leşkerî ya serkomarê niha yê Pakistanê General Pervîz Muşerrefî ve kar û xebatên wê yê siyasî dihatin astengkirin. Ew carekê ji bo çend rojan di mala xwe da hat bendkirin û mafê wê yê derketina ji mala xwe nebû. Li dawiyê jî, dema xwe ji bo propagendeyên wan hilbijartinên giştî yên nû amade dikir ko biryar bû li 5ê befirbara paşîn a 2008ê bihatiban kirin bi êrîşeka xwekujiyê hat kuştin. Heta niha nehatiye zanîn ka bikujên wê kî ne. Lê li ser daxwaza Serokkomarê Pakistanê Pervez Musharraf ve ji polîsê Brîtanyayê hatiye xwestin ko lêkolînan li ser wê bûyerê bikin. Partiya Bênezîrê, Partiya Gelê Pakistanê, dixwaze ku karkom anko komîteyeka navneteweyî lêkolînan bike. Li goreyê ragihandinên destpêkî yên Polîsê Brîtanyayê polîsê Pakistanê piraniya şûnwarên rûdanê paqij kirine. Ev jî îhtîmala desttêdahebûna hikûmeta Pakistanê di wê kiryara kuştinê da zêdetir kiriye.

Bênezîr dot (keç) a mezin ya serokwezîrê ji-kar-ladayî yê Pakistanê Zulfeqar Elî Buhto ye. Babê Zulfeqarî jî Sir Shah Nawaz Bhutto bû. Bavûkalên Zulfeqarî ji Sindê û ji malbateka Şîa bûn. Dayika Bênezîrê, Begum Nusret Buhto ji kurdên Pakistanê ye[4]. Malbata Begum Nusretê jî Şîa ne.

Bênezîrê felsefe, siyaset û aborî li Zanîngeha Oxfordê xwendine. Wê bawernameyek jî li Zanîngeha Harvardê wergirtiye.

Wê li Pakistaneke nûjen û xwedî demokrasiyeke rojavayî digeriya. Têkiliyên wê bi DYA û Ewropayê re xurt bûn. Bi kuştina wê re artêşa Pakistanê herçendî bi fermî şermezarkirinên xwe diyar kir jî, alîgirên Bhutto wekî berpirsiyar artêş nîşan dan û li seransera Pakistanê mîtîng û çalakiyên mezin li dar xistin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Benazir Bhutto "My mother's Kurdish culture"
  2. ^ Begum Nusrat Bhutto Girêdana arşîvê 2011-03-12 li ser Wayback Machine Background
  3. ^ Begum Nusrats Biography Girêdana arşîvê 2019-02-06 li ser Wayback Machine Bhutto.org
  4. ^ Alakom, Rohat (23 gulan 2006). "Jineke kurd – Begum Nusret Butto". Nefel.com. Ji orîjînalê di 18 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 kanûna pêşîn 2022. Navê dayîka Benazir Buttoyê, Nusret Butto ye. Ji bo nezaketê jê re her Begum Nusret Butto hatiye gotin. Peyva "begum" wek xanzade û xanim hatiye bi kar anîn. Ew, keça kurdekî Kermanşahê bûye, kal û bavên wê ji Kurdistana Îranê ne.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]