Bêrîvan Kaya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Berîvan Kaya hat beralîkirin)
Bêrîvan Kaya
Jidayikbûn11 çiriya paşîn 1972, 11 çiriya paşîn 1967 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîAlmanya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bêrîvan Kaya[1] an jî Berivan Kaya (jdb. 1967 Stuttgart/Almanya) derhêner û lîstîkvaneke alman e.

Dayîka wê alman û bave wê kurd e. Bave wê ji bakurê Kurdistanê ji bajêrê Bazîdê ye, diya wê jî ji rojhilatê Prûsyayê ye. Bêrîvan Kaya li Zanîngeha Hannoverê beşa Muzîk û Şanogeriyê xwendiye. Di sala 1998ê de li Şanoya "Münchner Kammerspiele" de dest bi karê şanogeriyê kiriyê. Di sala 2001ê da li Şanoya "Berliner Volksbühne" de karê xwe berdewam kirye û paşê li Spanyayê di Şanoya "Theatro de los Sidentos" de lîstîkvanî kiriye. Di sala 2003an de senaryo ya şano ya "Das ungeschriebene Buch der Kurden" (Pirtûka Kurdan ya nenivîsandî) ji bo Şano ya "Volksbühne Berlin‘ê" nivîsandiye. Bêrîvan Kaya heta niha di çendek fîlmên sînemayî de leyîstiye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Bêrîvan Kaya" (bi almanî). Ballhaus Naunynstraße. Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2022.