Binevş Cizîrî
Binevş Cizîrî | |
---|---|
Navê jidayikbûnê | Kesire Çağır |
Jidayikbûn | 1988 Cizîr, Şirnex, Bakurê Kurdistanê |
Netewe | Kurd |
Cureyê muzîkê | Folklorîk |
Pîşe | Sitrabêj |
biguhêre |
Binevş Cizîrî, bi navê jidayikbûnê Kesire Çağır (jdb. 1988, li Cizîr, Şirnex, Bakurê Kurdistanê) sitranbêjeke kurd e.
Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Binevş Cizîrî di sala 1988an de li Cizîra Botan hatiye dinyayê.[1] Dema ku ew heft mehî bû, ji ber sedemên cuda malbata wê neçar dimîne ku koçî Almanyayê bibe û eleqeya wê ya bi muzîkê re ji malbata wê hatiye.[1]
Binevş Cizîrî dema ku di 14 saliya xwe de ye îlhama muzîkê ji bavê xwe werdigire û bi muzîkê re eleqedar dibe. Bi sitrana Baz û Kevok a ku li gel Seyda Perînçek dest bi muzîkê dike û bi vê sitranê dest bi xebata xwe ya yekem a profesyonel a muzîkê kiriye.[1]
Binevş Cizîrî ji xeynî jiyana xwe ya muzîkê, beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên li bajarê Munster a Almanyayê (NRW) bûye û di nava namzetên meclîsa şaredariyê de (integrationrat) ku ji panzdeh kursiyan pêk tê, bi wergirtina dengên herî zêde yê ji gel, mafê endamtiya meclîsê wergirdigire.[1]
Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Single[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Baz û kevok (bi Seyda Perînçek re)
- Jana eşqê'
- Hêvî
- Hawaramin
- Ka were
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ^ a b c d "Binevs Ciziri". www.hunersam.com.tr. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2023.