Biraşka goştê kişandî ya Mêrdînê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Biraşka goştê kişandî ya Mêrdînê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Biraşka goştê kişandî ya Mêrdînê, kebaba goştê kişandî ya Mêrdînê ji biraşka Mêrdînê ya ji goştê kişandî tê çêkirin e. Mirov dikare wekî MK-GK kurt bike, ango Mêrdîn Kebaba bi Goştê Kişandî. Di pêjgeha kurd de gelek cureyên biraşkên (kebab) goştê kişandî hene ku hin ji van bi zebze û çêncan tên servîskirin. Di kebabên Mêrdîn, Riha û Dîlokê de gelek hevparî hene.

Berkeliya MK-GKyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 350 gr goştê kişandî (ji pîl an hêta mihê)
  • 150 gr dûmê mihê (daw, don)

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Goşt û donê li makîneyê bidin, bikişînin. Xwê bavêjinê û bistrên. Li şîşan rêz bikin. Di agirê komirê de bi qasî 5-9 deqe herdu aliyan bipijînin. Bi kêfa xwe dikarin binikên servîsê bi zebzeyan bixemilînin.

Hûn dikarin li malê di caxika elektrîkê de bipijînin lê tehma agirê komirê nade.