Eynik, Misirc

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Birkê hat beralîkirin)

Gundê Eynikê (tirkî:Gürgöze) girêdayî navçeya Misircê ye û ji şaredariya Misircê 3 km dûr disekine. Eslê gundiyên Eynikê tê gotin ji Eruhê ye û ewan ji eşîra Heciyan e (ev eşîr bi giranî xwe li Eruh û Mûşê bi cih kiriye).

Li gund ziyareteke pîroz heye û weke Ziyareta Şêx Ereb tê binavkirin. Gel bawer dike ku ax û ava ziyaretê ji nexweşiyên zerekeran baş e.

Du mezrayên Eynikê hene, navê wan jî Birkê û Bireynê ne.