Here naverokê

Eynik, Misirc

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Eynik, gundê Eynikê (1928:  عینك [1] (Eynik), 1968: Aynik[2], tirkî: Gürgöze) gundekî navçeya Misircê ye û ji şaredariya Misircê 3 km dûr disekine. Dibêjin ku gundiyên Eynikê bi eslê xwe ji Eruhê ne û ewan ji eşîra Heciyan e (ev eşîr bi giranî xwe li Eruh û Mûşê bi cih kiriye).

Li gund ziyareteke pîroz heye û weke Ziyareta Şêx Ereb tê binavkirin. Gel bawer dike ku ax û ava ziyaretê ji nexweşiyên zerekeran baş e.

Du mezrayên Eynikê hene, navê wan jî Birkê (1928:  بركی [3] (Birkî)) û Bireynê ne.

  1. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  2. ^ Köylerimiz: 1 Mart 1968 gününe kadar. Başbakanlık Basımevi D.S.İ., Ankara, 1968.
  3. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.