Boraboz
Boraboz, navê helbest û nîskarê vê helbestê ye. Ev helbest li Hewraman li ser kevirekî hatiye dîtin. Li gor pisporan dîroka nivîsê 330 berî zayînê ye.
Xwediyê helbestê jî Boraboz e. Lê disa jî li ser rastiya ve helbeste niqaş heye. Nivîskarê kurd Selîm Temo di antolojiya xwe ya helbestên kurdî de dibêje, "Min hem di pirtûkê de û hem çend car li ser medyaya civakî nivîsiye ku ev helbest ne rast e. Di 1963an de Mele Enwer Mayî ev helbest belav kiriye lê helbesteke bi vî rengî tune. Min di antolojiya xwe de bi zimanekî akademîk gotiye, hebûna wê şîkbar e, lê mixabin hê jî belav dibe."[1]
Helbest
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Boraboz
Xwazdî ez tu bî hevre bin
Bi hevre herin xorînê
Wer dê bihêrin kotra bîn
Bang dîn bi hevre narînê
Dwînî kotra hêra bûm
Awaz ji cir dixwînê
Fîrabîl û beyaban
Hawar ji dest evînê
Ez tu watu yek dil wîn
Hêzan cwadî wînê
Vêkra pêkra hifne wîn
Bicrînê ya binwînê[1]
Ferhengok ji bo vê helbestê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xurînî: Berî taştiyê tê xwarin.
Kotra: Çîya
Narînî: stran
Watu: wekî
Bicrînê: deng bide
Binvîne: Raze
Hêzan: Payîz
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Selîm Temo (2007). Antolojiya helbestên kurdî, Weşanên Agora, Stembol, r. 46.
Ev gotara têkildarî dîrokê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |