Cîhan Roj

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cîhan Roj
Jidayikbûn1965
Înaq, Gimgim
PîşeNivîskar
Zimanê nivîsinêKurdî
biguhêreBelge

Cîhan Roj (jdb. 1965, Înaq, Gimgim, Bakurê Kurdistanê) helbestvan û nivîskar e.

Cîhan Roj, di sala 1965 an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala du hezar û şeşan de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993 yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala du hezar û yekî de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002 an de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî têne weşandin. Demeke dirêj di malpera Diyarnameyê de qunciknivîskarî kiriye. Heya niha 4 jê helbest, 3 jê çîrok, 9 jê roman, 1 jê pexşanivîs 17 berhemên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derçû. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

BERHEMÊN HATINE WERGERANDIN:

  • MAHRUM(bi tirkî; wergera romana Perde ye)-Weşanên J&J, adar 2017
  • Di sala 2023 an de, bi minasebeta sî saliya nivîskar Cîhan Roj, hemî berhemên wî, ji alî Weşanên Peywendê ve hatine weşandin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]