Înaq, Gimgim
Înaq | |
|---|---|
| Sırasöğütler | |
Înaq, Gundê jêr | |
| Koordînat: 39°9′3″Bk 41°30′50″Rh / 39.15083°Bk 41.51389°Rh | |
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
| Dewlet | Tirkiye |
| Parêzgeh | Mûş |
| Navçe | Varto |
| Nahiye | Varto (navend) |
| Hejmara mezrayan | 1 mezra |
| Bilindahî | 1.620 m (5310 ft) |
| Nifûs | ? |
| Koda postayê | 49600 |
| Koda telefonê | (+90) 436 |
![]() | |
| biguhêre | |
Înaq, Înax (1968: İnak[1], bi romî kirine: Sırasöğütler), taxeke Vartoya Mûşê ye.
Wateya navê gund
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gorî xebatên di salên 1970yî de, li ser navên gundên Gimgimê, ji aliyê ASDK-DER û TÖB-DERê ve hatibûn kirin, rastiya navê gund Înax e. Wekî Înaq, Înaqan, Înaxan, Înaxa jî tê bilêvkirin.[çavkanî hewce ye]
Navê xwe ji mêrxas Îno û Tato digirin. Di çanda devokî ya herêmê de behsa wan tê kirin. Ango gundê Axa Îno. Dibêjin Îno û Tato ji parêzgeha Dêrsimê hatine, dewletê nedikariye serî bi wan re derîne. Ji Qolîbaba heya Çiyayê Bîngolê hikum kirine. Her ji wan xwedî 2-3 birr (kerî) pez bûne. Elewî bûne û bi Dêrsimkî diaxivîne.[çavkanî hewce ye]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Înaq tevirkolên Înaq Mala Eliyê Şemê ne, nayê zanîn ka ji kîjan wextê de niştecihên înaqan in. Di nîveka sedsala 18em de, gelek malbat û qebileyên gund, wekî eşîreke dimilî ji gundekî Rojhilatê Kurdistanê, pêşî hatine Pêçarê. Pêçar gundek e, di navbera Qulp û Hezroyê de ye. Qismekî ji wan dimiliyan ji Pêçarê diçin Ezirganê. Ew, li wir, bi çanda elewîtiyê re dijîn. Qismê din yên Înaqî ji Pêçarê têne deşta Mûşê. Li Deşta Mûşê, Eladîn Paşa nehiştiye ew bi cî bibin. Înaqî diçin Kopê. Ji Kopê diçin gundê Başkend yê bi Vartoyê ve girêdayî ye. Ji Başkendê têne Înaqa.[2]
Eşîrên gund, Mala Moxdo, Mala Mirad, Mala Ewê,Mala Elo, Mala Evlê Kezê, Mala Silêman, Mala Zenevdî, Mala Çolo Dimilî bûne. Mala Îso Xanavdelî bûne, Mala Nado Şadî bûne, herdu eşîr Serhedî ne. Çîroka Ristemê Zal, destana Dewrêşê Evdî û destana Siyabend û Xecê û Destana Memê Alan li gund, ji alî çîrokbêjan ve her hatine vegotin.[2]
Wekî hunerên destî, li gund doşirme, cacim, xalî û cil hatine çêkirin. Cilên gelêrî rengîn bûn. Cureyên cilan yên weke nîkî, zîlo û xaçkî li gund meşhûr bûn.[2]
Nîşe-1: Bi tenê beşa"dîrok"ê ji alî min ve hate sazkirin. Agahiyên li jor ji alî Înaqiyan ve nayên piştrast kirin. Her ku wekî M.Salih Şahin derbir, gund cihekî kevnar e; ji şikeft û mayîndeyên dîrokî xuya ye.
Fotografê ji alî kesên din ve hatiye barkirin fotografê gundê jêr e, yanî, fotografê, "Taxa Nû" ye, ne fotografê Înaqa ye.Kî barkiribe bi xelet e.
Nişe-2: Ebdurreqîb Yusif di "Hunerê Tabloyê Şerefnameyê" de destnîşan dike ku Şerefxan di rûpela 107-109 an de behsa Mîrektiya Dumbilî dike û wiha dibêje: "Ya rast her ew e, ku ev eşîreta han di eslê xwe de Êzidî bûne ji Azerbeycana Rojava hatine Botan, navçeya Hekariyê û Xoyê.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Avhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Klîmaya gund Serhedî ye. Bi havînan ziwa û tavî, bi zivistanan ziwa û berfî ye. Zivistan sar û dirêj in.
Aborî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çandinî û ajalvanî tê kirin. Bi şerê 40 sale ku dewam dike re, gelek kes û malbtên Înaqî çûne Ewropayê. Di debareya gund de para wan jî heye. Qasî tê texmînkirin bi sedan malbatên înaqî çûne metropolên Tirkiyê û welatên Ewropayê.
Navdarên Înaqan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
