Antolojiya edebiyata kurdî (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Antolojiya edebiyata kurdî hat beralîkirin)

Antolojiya edebiyata kurdî (1995), navê berhevokeke ducildî ya ku ji layê nivîskarê kurd Mehmed Uzun ve hate amadekirin.

Antolojiya Edebiyata Kurdî, 1[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cilda yekê ji 503 rûpel pêk dihê û tê de pêşgotineke kurt û ceribandineke li ser edeba kurdî hene. Ev beşa yekê 50 nivîskar û helbestvanên ku zaravên kurmancî, zazayî an soranî bikar tînin û çend nivîskarên kurd ên bi zimanê tirkî jî dide naskirin.

Antolojiya Edebiyata Kurdî, 2[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cilda duwê jî ji 476 rûpel pêk dihê û li bilî beşa antolojiyê di dawiya kitêbê de du ferhengok hatine dîtin: ya yekê Ferhengoka kurmanciya jêrê û jorê (ji layê Mahfûz Mayî, Ferhad Şakelî û Reşo Zîlan ve dihête amadekir) û ya duwê jî Ferhengoka dimilkî û kurmancî (ji aliyê Zilfî ve ye). Ev beşa berhevokê 53 nivîskar û helbestvanan pêşkêş dike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]